Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Çareseriyên Nû – Mafên Mirovan yên Jinan ji roja 20ê Adara 2021an ku roja Tirkiyeyê Peymana Stenbolê betal kiriye heta îro geşedanên hatine jiyîn bi kronolojiyek berhev dike.
Komeleyê bi armanca ku bikaribe kronolojiye bi domdarî nû bike malpera www.istanbulsozlesmesi.org ava kiriye.
Hûn dikarin di kronolojiya ku di malperê de ye geşedanên ku hûn difikirin kêm in bişînin navnîşana [email protected]."
Çi bûbû?
Tirkiyeyê, bi Biryarnameya Serokomariyê di Şemiya 20ê Adara 2021an de ji Peymana Stenbolê xwe kişandibû. Biryara betalkirinê di roja Duşema 23ê Adara 2021an de ji Konseya Ewropayê re hatibû şandin.
Jin ji 20ê Adarê pê ve li gelek bajarên Tirkiyeyê parastina Peymana Stenbolê didomîne.
(EMK/AY)