Ji ber "parvekirinên Efrînê" fezleke ji bo 3 parlamenterên HDPyê hatiye amadekirin
Bi hinceta parvekirinên medyaya civakî yên derbarê Efrînê de fezleke ji bo Geverî, Ozgokçe Ertan û Botan, Parlamenterên HDPyê yên Wanê hatiye amadekirin. Fezleke ji bo Wezareta Dadê hatiye şandin. Bi heman hincetê lêpirsîn derbarê 4 parlamenterên din de hatibû vekirin.