Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Şirnex, Antalya, Manîsa, Zongûldak, Kocaelî, Mûş û Izmîrê bi hinceta parvekirinên medyaya civakî operasyon hatine kirin û di encamê de 149 kes hatine desteserkirin.
Di nava kesên desteserkirî de Omer Elsiloyê Sûriyeyî heye ku bi “kirina propagandeya PKK/KCK/YPG/PYDyê” tê tohmetkirin. Omer Elsilo îro ji hêla tîmên dijterorê yên Miduriyeta Emniyetê ya Kayseriyê ve hatiye desteserkirin.
Li Şirnex û Antalyayê jî di operasyona beriya Newrozê de bi tohmeta ku “li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinê kirine” 76 kes hatine desteserkirin. Polîs li malên kesên ku hatine desteserkirin geriya ne û paşê ew birine midûriyetên emniyetê yên wan bajaran.
Li navçeya Alanyayê ya Antalyayê operasyoneke cuda hatiye meşandin ku di encamê de 3 jê jin 11 kes hatine desteserkirin.
Xwendekarên ku Operasyona li ser Efrînê rexne kirine hatine desteserkirin
Serdozgeriya Komarî ya Manîsayê bi tohmeta ku “li ser medyaya civakî propagandaya PKK/KCKyê kirine” û “alîkarî dane endamên rêxistin” ji bo 12 kesan biryara desteserkirinê derxistiye. Di encama operasyonê de 10 ji wan hatine desteserkirin.
Li Zongûldakê jî 4 xwendekar bi tohmeta ku “li ser medyaya civakî operasyona li ser Efrînê rexne kirine” hatine desteserkirin. Polîs li malên wan geriyane û dest danîne ser gelek pirtûk û kovaran.
Li bajarê Kocaeliyê bi tohmeta “endaman ji PKK/KCKyê re dibînin” û “li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinê dikin” 9 kes hatine desteserkirin. Polîsan li malên wan dest danîne ser pirtûk û kovar û kefyeyan.
Li Îzmîrê 12 kesên ku bi tohmeta li ser navê Tevgera Karkerên Sosyalîst ên Şoreşger/Kaldiraçê (DSİH) “meşa bêdestûr kirine” û li navçeya Menemen û Selçûkê 5 kesên ku bi tohmeta ku “li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinên çep kirine” hatine desteserkirin. Kesên ku hatine desteserkirin birine Beşê Dijterorê yê Midûriyeta Îzmîrê.
Li Mûşê û navçeyên wê 33 kesên ku hatine desteserkirin “bi kirina propagandaya rêxistinê ya li ser medyaya civakî” û “li dijî operasyona Çiqlê Zeytûnê li ser medyaya civakî kirina parvekirinan” tên tohmetkirin. Her wiha bi beşdariya cenazeyan û çalakiyan tên sûcdarkirin.
Wezareta Navxweyî aşkere kiribû ku 845 kesên ku li ser medyaya civakî operasyona li ser Efrînê rexne kirine û beşdarî çalakiyan bûne hatine desteserkirin. (AS/FD)
* Fotograf: Engîn Anik – Alanya /DHA