Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgehê biryara tehliyekirinê ya Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Akademisyenê Aştîxwaz Onûr Hamzaoglû û Wekîla Seroka Giştî ya Partiya Sosyalistên Bindest (ESP) û Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Fadîme Çelebiyê daye. Ji bilî Hamzaoglû û Çelebiyê 9 siyasetmedar jî di dozê de dihatin dadgehkirin lê ew nehatibûn girtin.
Biryar ji hêla 10em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hatiye dayin.
Hamzaoglû û Çelebî li gel neh siyasetmedarên din ji ber wê daxuyaniyê dihatin dadgehkirin ku piştî operasyona leşkerî ya Efrînê li Enqereyê daxuyanî hatibû dayîn. Dozgeriyê bi tohmeta “Bi rengekî vekirî di nava gel de dijminahî û kîndariyê çêdike, propagandaya rêxistina terorê dike” dixwestin bên cezakirin.
Li gel Onûr Hamzaoglu û Fadîme Çelebiyê kesê ku dihatin dadgehkirin ev in: Hevserokên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst Ahmet Kaya û Tulay Hatîmogûlları, Hevseroka Giştî ya kevn ya Partiya Demokratîk a Gelan Seprîl Kemalbay, Hevseroka Kongreya Demokratî a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk 8DBP) Hacer Ozdemîr, Hevberdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûkçû Kok, Hevserokên Partiya Keskan û Dahata Çep Nacî Sonmez û Ozlem Eylem Tûnacelî, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Mûsa Pîroglû.
Dozgerî daxwaz kiribû ku Hamzaoglû û Çelebî neyên tehliyekirin.
Di meha sibadê de hatibûn girtin
Polîsan 9ê Sibatê li hemberî rêxistinên di bin banê HDKyê de operasyon çêkiribû û Hamzaoglû û Çelebî jî di nav de gelek kes desteser kiribûn. Hamzaoglû û Çelebî 17ê Sibata 2018ê hatibûn girtin. (BK/FD)