Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Enerjiyê ji bo karmendên wezaretê peyameka telefonan û E-peyamek şandiye. Wezaretê eşkere kiriye ku ji bo piştgiriya “Operasyona Efrînê” ji mehaneya karmendan pere dê bêne kêmkirin.
Di peyamê de, hatiye diyarkirin ku “operasyona di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de dest pê kirî didome. TSK(Hêzên Çekdar ên Tirkan) ‘tevgera çiqilê zeytûnê’ bi awayekê serkeftî didomîne.”
Bexş dê ji mehaneyê bê kêmkirin
Hatiye diyarkirin “150 Lîre dê ji mehaneya wan karmendan bê kêmkirin ku mehaneya wan ji 7.500 Lîreyan zêdetir e. 50 Lîre dê ji mehaneya wan karmendan bê kêmkirin ku mehaneya wan 4.500-7.500 e. 40 Lîre dê ji mehaneya wan karmendan bê kêmkirin ku mehaneya wan 3.000-4.500, 20 Lîre dê ji mehaneya wan karmendan bê kêmkirin ku mehaneya wan ji 3.000ê kêmtir e.”
Fermannameya wek peyam hatî şandin bi navê misteşarê Wezareta Enerjiyê, Fatih Dönmez hatiye şandin.(PT/MB)