Lavrov: Em hêvî dikin ku wê Efrînê radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin”
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Lavrovî got: “Em li gorî wê rastiyê tevdigerin ku rêya herî hêsan a asayîbûna li Efrînê radestkirina ji bo hikûmeta Sûriyeyê ye”.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Sergey Lavrov Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê îro daxuyaniyek da û got, ew hêvî dikin Efrîn ê radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin.
Li gorî nûçeya Sputnîkê Lavrovî gotiye: “Recep Tayyîp Erdogan Serokomarê Tirkiyeyê bi ti awayî ji me re negotiye ku ew ji bo dagirgirina Efrînê bi niyet in. Rayedarên Tirkan dibêjin ku li wir hedefên wan pêk hatiye. Di vê rewşê de em li gorî wê rastiyê tevdigerin ku rêya herî hêsan a asayîbûna li Efrînê, radestkirina ji bo hikûmeta Sûriyeyê ye”. (ŞA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.