Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî encamên lêkolînê yên li ser hesabên medyaya civakî yên hefteya dawiyê aşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya ku Wezaretê îro li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye, di navbera 26ê Adarê û 2yê Nîsanê de derbarê 242 bikarhênerên medyaya civakî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Daxuyaniya Wezaretê wiha ye:
“Lêkolîna 454 hesabên ku propagandaya rêxistina terorê kirine, pesnê van rêxistinan dane, têkiliya xwe ya bi rêxistinên terorê de bi rengekî aşkere diyar kirine, dijminatiyê, kîn û nefretê di nava gel de belav kirine, heqaret li mezinên dewletê kirine, hewla êrîşê li ser hevgirtina parçenebûna dewletê û ewlehiya civakî kirine û gotinên nefretê bi kar anîne hatiye kiren û ji bo 242 hesaban lêpirsîn daye destpêkirin.”
Wezareta Navxweyî 26ê Sibatê aşkere kiribû ku ji ber operasyona li ser Efrînê rexne kirine û beşdarî çalakiyên protestoyî bûne 845 kes hatine desteserkirin. (AS/FD)