Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Kocaeliyê 6 bikarhêrenên medyaya civakî hatin girtin ku ji ber parvekirinên xwe hatibûn desteserkirin. 5 kes bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
Li gorî agahiya ku Mehmet Akgulî da bianetê, li jêpirsîna Emniyetê pirsa “parvekirinên rexneyî yên li ser medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê de” ji kesên desteserkirî hatiye kirin.
9 kesên ku şandin edliyeyê bi “endamtiya rêxistinê” û bi “propagandaya rêxistinê” hatine sûcdarkirin. Her wiha 4 kesên ku bi tohmeta “endaman ji PKK/KCKyê re dişînin” jî piştî lêpirsîna li Midûriyeta Emniyetê qediya, şandin edliyeyê.
Dema kesên desteserkirî birin edliyeyê, ji wesayitên polîsan dengê marşa Mehterê (marşa Osmaniyan) bilind bûye.
Parêzer Akgulî diyar kir ku dozgerî bêyî îfadeya 9 kesan bistîne, ew şandine dadweriya cezayan a silhê.
Ji 11 kesên ku duh bi şev derketin pêşberberî Dadweriya Cezayan a Silhê 6 kes hatine girtin.
“845 kes hatine desteserkirin”
Wezareta Navxweyî 27ê Adarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di hefteya dawiyê de lêkolîn li ser 783 hesabên medyaya civakî hatiye kirin û lêpirsîna 259 kesan hatiye kirin.
Wezaretê 26ê Sibatê aşkere kiribû ku ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî û beşdariya çalakiyên protestoyî yên li hemberî operasyona li ser Efrînê 845 kes hatine desteserkirin.
Herî dawî îro li navçeya Nazîllî ya Aydinê kesê bi navê S. D. yê 18 salî bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê” kiriye ji hêla cendermeyan ve hatiye desteserkirin. (AS/FD)
* Fotograf: Selda Hatûn Tan – Kocaelî / DHA