Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Partiyên sîyasî û rêxistinên civakî li Amedê kom bûn. Saziyan diyar kir “Efrîn warê xwelêgirtinê yê wan kesan bûn ku ji DAIŞê reviyabûn. Tê xwestin warê li ser axa dêm şîn bûyî bê korkirin.”
“Ji bo hevgiriya bi berxwedana Efrînê re, em gelê xwe vedixwînin qadên pîrozkirina Newrozê.”
Bixwîne - Rêveberiya Kantona Efrînê: Berxwedan ket qonaxeke nû
Partî û saziyên, Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Pariya Herêman a Demokratîk(DBP), Komekeya Kurdan ya Şoreşger û Demokrat(DDKD), Partiya Sosyalîst a Bindestan(ESP), Partiya Kedê(EMEP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê(ESP), Sendîkaya Perwerdeyê, Sendîkaya Nûçeyan, SES, Odeya Bijîşkan, Komeleya Pîr Siltan Ebdalî, Meclîsa Êzidîyan, PENa Kurdan, Odeya Endazyarên Ziraetê jî tê de 77 sazî û partiyan bi heman daxuyanîyê daxuyand.
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Artêşa Azad a Sûriyeyê(ASA) ji bo operasyonê hevpeymana TSKyê ye.
Piştî destpêkirina operasyona li ser Efrînê, operasyonê 58 rojan dom kir. Di roja 58. de TSK û ASA ketin navenda Efrînê.
TSKyê navê operasyonê kir "çiqilê zeytûnê"
Agahiyên giştî
Aliyên şerî:
Tirkiye
Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) ku Tirkiye piştgiriya wê dike
Firqeyên mixalif ên din ku ASA piştgiriya wan dike
Milîsên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê
Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst / International Freedom Battalion (FBI)
Milîsên nêzîkî îranê
Yekîneyên Parastina Gelî(YPG)
Kesên ku fermandariyê ji artêşan re dikin:
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK): Îsmaîl Metîn Temel Fermandarê Artêşa duyem
ASA: Yasser Abdûl Rahîm, Mûhammad Hamadîn
YPG: Behçet Abdo (Serokê Konseya Berevaniyê yê Kantona Efrînê), Hecî Ehmed (Fermandarê Efrînê yê YPG û HSDyê)
Hejmara yekîneyan:
Endamên TSKyê: 6 hezar û 400 (Wikizero)
Endamên ASAyê: 10 hezar-25 hezar (Wikizero)
Endamên YPGyê: 8 hezar – 10 hezar (Wikizero)
Milîsên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê: 800 (Wikizero)
bianetê roj bi roj bûyer şopandin, nûçeyên giring ên li ser operasyonê berhev kirin.(AS/MB)