Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hat aşkerekirin ku li Efrînê di encama teqîna teqemeniyê de du leşker mirine. Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) duh di dema lêgerîna li nava bajêr de teqîn pêk hatiye û her du leşker mirine.
Li gorî daxuyaniya TSKyê ji roja 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018yê ku operasyona li ser Efrînê bi beşdariya Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) ve hatibû destpêkirin heta niha 51 leşker hatine kuştin.
Li Çiyayê Amanosan leşkerek miriye
Li Hatayê li Çiyayên Amanosan şer û pevçûn di navbera PKKyiyan û hêzên ewlekariyê yên fermî yên Tirkiyeyê de derketiye. Li gorî daxuyaniya Erdal Ata Waliyê Hatayê, “PKKyiyan duh bi şev gule bera leşkeran dane. Leşkerekî ku birîndar bûye li nexweşxaneyê miriye. Di şer de 11 PKKyî mirine.”
Çawişê pispor ê di dema pevçûnê de birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê tê dermankirin.
(ŞA/FD)