TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 455
Rojnamegerên ku serbet hatin berdan li ber derê dadgehê hatin pêşwazîkirin
22 kesên ku di encama serdegirtina li dijî Ozgur Gundemê de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan û li ber deriyê dadgehê ji hêla hevalên xwe û xwendevanên rojnameyê ve hatin pêşwazîkirin.
19 Tebax 2016
Colemêrg û Şirnex nabin navçe û ji şaredariyan re jî dê qayûm neyê tayînkirin
Di Lijneya Giştî ya Meclisê da verastkirina ku wê Colemêrg û Şirnex bikira navçe bi pêşniyaza hevpar a çar partiyên siyasî nehat qebûlkirin û her du der jî wê weke wîlayet bimînin.
19 Tebax 2016
AA: 19 xebatkarên TRTê hatin girtin
AAyê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Enqereyê dimeşîne de 9 xebarkarên TRTê hatin girtin.
19 Tebax 2016
Yildirim: 40 hezar û 29 kes hatine binçavkirin, 20 hezar û 355 kes jî hatin girtin
Serokwezîr Yildirim got ku di çarçoveya lêpirsîna Cemaeta Gulen de 40 hezar û 29 kes hatine binçavkirin, ji wan binçavkiriyan 5 hezar û 187 kes hê jî binçavkirî ne û 20 hezar û 355 kesên ji wan jî hatine girtin.
18 Tebax 2016
HDPê derbarê êrişên dawî de daxuyanî da
HDPê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên çend rojên dawî yên PKKê şermezar kirin û bang li hemû aliyan kir ku dev ji helwestên ku şerê gurtir dike, berdin.
18 Tebax 2016
22 rojnamegerên binçavkirî sewqî dozgeriyê kirin
Ji 25 rojnamegerên ku di encama serdegirtina Ozgur Gundemê de hatibûn binçavkirin, 22 ji wan sewqî dadgehê hatin kirin. Rojnamegerên binçavkirî wê ewil bibin kontrola tenduristiyê. Umut Tepe jî di nav de 3 dozger wê îfadeya rojnamegeran hilînin.
18 Tebax 2016
Li Bedlîsê şer û teqîn: 6 leşker û cerdevanek mirin, 7 leşker jî birîndar bûn
Li navçeya Xîzan a Bedlîsê navbera hêzên PKKê û hêzên ewlehiyê de şer derket. Her wiha dema wesayîta leşkeran derbas dibû teqîneke mezin jî pêk hat. Di encama şer û terqînê de heta niha 5 leşker 3u cerdevanek mirin, 7 leşker jî birîndar bûn.
18 Tebax 2016
Dayîkên Aştiyê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Îstiklalê bûn
Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê di daxuyaniya xwe de got: ‘Pêvajoya çareseriya demokratîk ku di çarçoveya azadbûna Ocalan de were meşandin wê li Tirkiyeyê aştî, demokrasî û jiyaneke azad were avakirin.’
18 Tebax 2016
Nûçegihana DIHAyê Meltem Oktay hat tehliyekirin
Nûçegihana DIHAyê Meltem Oktay ku 4 meh in girtîbû, îro hat tehliyekirin.
18 Tebax 2016
Weşana agahîdayînê ya derbarê êrişa li Xarpêtê de hat qedexekirin
RTUKê weşana agahîdayînê ya derbarê êrişa li Xarpêtê de qedexe kir û ragihand ku biryara qedexekirinê li ser daxwaza serokwezîrtiyê hatiye girtin.
18 Tebax 2016
Li dijî Emniyeta Xarpêtê bi wesayîta bombebarkirî êriş hat kirin
Li dijî Mudiriyeta Emniyetê ya Xarpêtê bi wesayîteke bombebarkirî êriş hat kirin. Hat ragihandin ku gelek kuştî û birîndar hene.
18 Tebax 2016
Li Wanê êriş: 3 kuştî, 73 birîndar
Li Wanê li dijî qereqola polîsan bi wesayîteke bombebarkirî êriş hat kirin. Di encama wê teqîna mezin de 2 welatiyên sivîl û polêsek canê xwe ji dest dan, 20 jê polês 73 kes jî birîndar bûn.
18 Tebax 2016
IMC TV: Demildest hevalên me serbest berdin
IMC TVê daxwaz kir ku nûçegihana wan Gulfem Karataş û kameramanê wan Gokan Çetin ku di serdegirtina Ozgur Gundemê de ew jî hatibûn binçavkirin, demildest serbest werin berdan.
17 Tebax 2016
Galaya Cîhanê ya filma Yeşim Ustaoglu wê li Torontoyê were kirin
Serlîstîkvanên filma ‘Teredut’ê Funda Eryigit û Ecem Uzun e. Mijara filmê jiyana 2 jinên ji hev cuda ne ku li qezayeke Anatolyayê hev nas dikin.
17 Tebax 2016
Nivîskara Ozgur Gundemê Asli Erdogan hat binçavkirin
Polîsan duh êvarê bi ser mala Endama Lijneya Şewirmendiya Weşanê ya Ozgur Gundemê û nivîskara rojnameyê Asli Erdogan de girtin û wê binçavkirin.
17 Tebax 2016
Rojnameya Ozgur Gundemê bi manşeta 'Em ê serî netewînin' li bayiyan e
Rojnameya Ozgur Gundemê ku hikûmetê duhî biryara girtina wê da, îro bi manşeta "EM Ê SERÎ NETEWÎNIN' li bayiyan e.
17 Tebax 2016
Serdegirtina li dijî Ozgur Gundemê hat şermezarkirin
Li ser bangewaziya HDP û HDKê bi sedan kes li kolana ku avahiya rojnameyê lê ye kombûn û serdegirtina li dijî Ozgur Gundemê şermezar kirin.
17 Tebax 2016
Polêsan avêtin ser mala Eren Keskin û Filiz Koçali
Piştî ku dadgehê biryar da û Ozgur Gundem hat girtin, polêsan duh avêtin ser malên nivîskara rojnameyê Filiz Koçali û Berpirsa Weşana Giştî ya berê Eren Keskin. Lê her du jî dema serdegirtinê li malên xwe nebûn.
17 Tebax 2016
Polêsan avêtina ser avahiya Ozgur Gundemê
Piştî ku Ozgur Gundem îro bi biryara dadgehê ve hat girtin, piştî nîvro polêsan avêtin ser avahiya rojnameyê. Berpirsê Weşanê ya rojnameyê û gelek edîtorên wan hat binçavkirin.
16 Tebax 2016
Yuksekdag: AKP, mekanîzmaya derbekirinê pêk tîne
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag di komcivîna partiya xwe de avixî.
16 Tebax 2016
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Yildirim: Bi navê pirsgirêka kurdî pirsgirêkeke PKKê tuneye
Serokwezîr Yildirim îro di komcivîna partiya xwe de got: ‘Bi navê pirsgirêka kurdî pirsgirêkeke PKKê tuneye. Hebe nebe pirsgirêka PKKê ya welatiyên me yên kurd heye. Wezîfeya me jî ew e ku em wê pirsgirêkê ji holê rakin.’
16 Tebax 2016
Rojnameya Ozgur Gundemê hat girtin
Rojnameya Ozgur Gundemê ji hêla 8. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê ve bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê dike’ hat girtin.
16 Tebax 2016
Weşana derbarê êrişa li Amedê de hat qedexekirin
Weşana derbarê êrişa li Amedê de hat qedexekirin. Her wiha hejmara kesên ku di encama êrişê de canên xwe ji dest dan jî gihişt 7an.
16 Tebax 2016
Demirtaş: Divê hilbijartina pêşwext a herêmî bê kirin
HDP û DBPiyan ragihandin ku bi pêşnûmaya ku îro li meclisê dixwazin were qebûlkirin, li şaredariyan hemû hukmê hilbijêran ji destê wan tên hildan û ji ber ku bi wê yekê ve mafê hilbijarbûnê tê îxlalkirin xwestin ku ew pêşnûme paş ve were kişandin.
16 Tebax 2016
Rojnameger Wedat Hisên hat definkirin
Rojnameger Wedat Hisên ku li Herêma Kurdistanê hatibû qetilkirin, îro hat definkirin. Rêxistinên rojnamegeran xwestin ku qetilkaran derxînin holê.
15 Tebax 2016
HPGê derbarê êrişên li Amed û Mêrdînê de daxuyanî da
HPGê daxuyand ku eleqeya wan bi êrişa li Sûrê re nîn e û lê êrişa li Qoserê ji hêla hêzên wan ve hatiye kirin.
15 Tebax 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li 3 dadgehên Stenbolê operasyon
Îro di saetên sibêhê de li jî dadgehên Bakirkoy, Gaziosmanpaşa û Çaglayanê yên Stenbolê operasyon hat lidarxistin û gelek kesên ku hatine binçavkirin jî birine Emniyetê.
15 Tebax 2016
Li Amedê teqîn
Li dijî Amîrtiya Trafîkê ya Herêmê ku li ser riya Amed-Mêrdînê ye bi wesayîta bombelêbarkirî êriş hat kirin.
15 Tebax 2016
Can Dundar wezîfeya xwe ya li rojnameya Cumhuriyetê bi dawî kir
Can Dundar ku salek û nîv bû Berpirsê Weşana Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê bû, daxuyand ku wî dest ji wezîfeya xwe berda û diyar kir ku ew ê di rojnameyê de weke nivîskar xebetên xwe bidomîne û heta OHAL bi dawî nebe jî ew venagere Tirkiyeyê.
15 Tebax 2016
Li Farqînê heta biryareke din hemû çalakî hatin qedexekirin
Qaymeqamtiya Farqînê bi hinceta salvegera 15ê Tebaxê ku PKKê cara yekem dest bi çalakiyan kiriye, li navçeyê hemû çalakî, meş û daxûyanîdayînê heta biryareke din qedexe kirin.
15 Tebax 2016
Ji bo xwemalkirina zêdetirî 100 saziyên fermî pêşnûme hat qebûlkirin
Ji bo xwemalkirina zêdetirî 100 saziyên fermî pêşnûme hat qebûlkirin. AOÇ, AKM, TDK, TTK, TRT, DTGM, Banqeya Illerê, TUBITAK, Îdaya Milî Piyangoyê, YURTKUR ji wan saziyan e ku rê li ber xwemalîkinê hatiye vekirin.
15 Tebax 2016
Parêzerên Baroyê: Wê di lêpirsîna FETOyê de derkeve holê ku Kazanhan bi pilankirî hatiye kuştin
Doza derbarê kuştina zarokê bi navê Nîhat Kazanhan de îro rûniştina heştem hat kirin. Taleba tehliyekirinê ya gumanbarê bi navê M.N.G. hat redkirin. Dozê taloqî 23ê Îlonê kirin.
12 Tebax 2016
1
...
453
454
455
456
457
...
464
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver