El Baxdadîyî ji DAIŞê re gotiye: Şerê Tirkiyeyê bikin
Qeyda dengekê ku tê îdiakirin dengê El Bexdadîyî ye, cîhadê li dijî Tirkiyeyê îlan dike û fermanê li çekdaran dike ku ‘’şerê Tirkiyeyê bikin.’’

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hat îdiakirin ku rêberê DAIŞê li dijî Tirkiyeyê cîhat îlan kiriye.
Mistefa Haşim û Ehmed Tolbayî ji Reutersê re nivîsîne ku DAIŞê dengekê 31 deqîqeyî yê Bexdadîyî belav kiriye.
Hêj nehatiye piştrastkirin ka bi rastî ew deng yê El Bexdadî ye an no, lê heke rast be piştî Operasyona Mûsilê yekem car e ku El Bexdadî axiviye.
Li gor dengî, El Bexdadîyî dîyar kiriye ew piştrast e ku ew ê li Mûsilê bi ser bikevin.
Êrîşên Xwekujî
El Bexdadîyî bang li şervanan kiriye ku bila ew êrîşên xwekujî bikin û şerî bibin Tirkiyeyê.
‘’Şev û roja yên bêbawerî têkilhev bikin, bila xwîna wan wek avê biherike.’’
Tirkiye armanc e
Bexdadîyî daye zanîn ku ji ber Tirkiyeyê li Sûriyeyê êrîşî wan kiriye ew jî armanceka DAIŞê ye. (AS/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.