Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Bilind biryara girtina hevseroka Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Fîgen Yûksekdagê pesend kiriye.
Endama Partiya Rizgarîya Marksîst û Lenînîst(MLKP), Yasemîn Çîftçî di 13ê Sibata 2012ê de, bi teqîna teqemeniyeka xwemalî miribû. Fîgen Yûksekdagê jî beşdariya rê-û-rismên cenazeyê wê kiribû, li ser vê yekê Dadgeha Edeneyê ya Cezayên Giran, biryar dabû Fîgen Yûksekdag 10 salan cezayê mana di girtîgehê de bistîne.
Dadgehê digel Yûksekdagê bi sûcê ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ ceza ji bo Sabahattin Pişkinbaş, Dilek Keskin, Soner Geçgel, Hasan Kose, Meriç Solmaz û Murat Akinciyî jî xwestibû.
Li gor nûçeya Rûdawê, Yûksekdaga ku hingê seroka Partiya Sosyalîst a Bindestan(ESP) bû xwe weha parastiye:
‘’Bêyî ku ez bizanim Yasemîn Çîftçî endama rêxistineka terorî bû, ji ber nasnameya wê ya sosyalîst, ji ber ku ez jî sosyalîst im, ji ber girêdana min a bi hizra min a sîyasî ve û armancên mirovî beşdar bûm.’’(EKN/MB)