Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Selma Irmak Parlementera HDPê ya Colemêrgê ye ku ew jî îro destê sibehê di encama serdegirtina mala wê de hat binçavkirin.
Selma Irmak jî piştî îfadedayînê sewqî Dadgeha Colemêrgê hat kirin.
Dadgehê derbarê Selma Irmak de bi îdiya “propagandaya rêxistinê kiriye” biryara girtinê da û wê şandin girtîgehê.
Çi bûbû?
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag parlementerên HDPê Ferhat Encu, Leyla Guven, Îdrîs Baluken, Îmam Taşçier, Selma Iramak, Nursel Aydogan, Ziya Pir, Gulser Yildirim, Sirri Sureya Onder, Gulser Yildirim îro destê sibehê di encama serdegirtina malan û avahiya navenda HDPê de hatibûn binçavkirin.
Heta niha Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Nûrsel Aydogan, Selma Irmak, Leyla Birlik, Gulser Yildirim hatin girtin.
(BK/YO)