Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementera Mêrdînê ya HDPê Gulser Yildirim jî îro di çarçoveya operasyona li dijî HDPê de hat binçavkirin.
Gulser Yildirim jî piştî îfadedayîna li dozgeriyê sewqî dadgê hat kirin û derbarê wê de jî biryara girtinê hat dayîn.
Çi bûbû?
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag parlementerên HDPê Ferhat Encu, Leyla Guven, Îdrîs Baluken, Îmam Taşçier, Selma Iramak, Nursel Aydogan, Ziya Pir, Gulser Yildirim, Sirri Sureya Onder, Gulser Yildirim îro destê sibehê di encama serdegirtina malan û avahiya navenda HDPê de hatibûn binçavkirin.
Heta niha Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Nûrsel Aydogan, Selma Irmak, Leyla Birlik hatin girtin.
(BK/YO)