Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgerîya Amedê Sirri Sûreyya Onderê ku parlamenterê Enqereyê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) e, serbest berdaye.
Onder yek ji 12 parlamenteran bû ku digel herdu hevserokên HDPyê, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdagê hatibû desteserkirin.
Piştî Onderî îfade daye Dozgerîya Amedê, dozgerîyê ew ji bo dadgerîyê şandiye û dadgerîyê biryara serbestberdana wî daye.
Çi bûbû?
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag parlementerên HDPê Ferhat Encu, Leyla Guven, Îdrîs Baluken, Îmam Taşçier, Selma Iramak, Nursel Aydogan, Ziya Pir, Gulser Yildirim, Sirri Sureya Onder îro destê sibehê di encama serdegirtina malan û avahiya navenda HDPê de hatibûn binçavkirin.(BK/MB)