Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitikîne
Parlementerên HDPê Nursel Aydogan û Leyla Birlik hatin girtin.
Îro destê destê sibehê (4ê Mijdarê) hevserokên giştî yên partiyê jî tê de 12 parlementerên HDPê hatin binçavkirin. Nursel Aydogan li Amedê, Leyla Guven jî li Mêrdînê hatin binçavkirin. Her du jî anîne Dadgeha Şirnexê û piştî îfadedayîna li dozgeriyê sewqî dadweriyê hatin kirin.
Dadgehê derbarê Parlementera Amedê Nursel Aydogan û Parlementera Şirnexê Leyla Guven de biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.
Tê zanîn ku çend saet ewil derbarê Parlementerê Amedê Îdrîs Baluken de jî li Çewlikê biryara girtinê hat dayîn.
Çi bûbû?
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag parlementerên HDPê Ferhat Encu, Leyla Guven, Îdrîs Baluken, Îmam Taşçier, Selma Iramak, Nursel Aydogan, Ziya Pir, Gulser Yildirim, Sirri Sureya Onder îro destê sibehê di encama serdegirtina malan û avahiya navenda HDPê de hatibûn binçavkirin.
Heta niha Ziya Pir û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, Îdrîs Baluken hat girtin. Derbarê Hevserok û parlementerên HDPê yên din de îfadedayîn û rûniştina dozê dewam dike.
(YY/YO)