TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 450
Tarik Akan wefat kir
Sînemagerê navdar Tarik Akan wefat kir.
16 Îlon 2016
Alîkarê Hevserokên HDPê Alp Altinors hat girtin
Alîkarê Hevserokên HDPê Alp Altinors, Hevserokê Rêxistina HDPê yê Tokatê Kadir Akkaya, Serokê Navçeya Navend yê HDPê Erdal Bektaş jî tê de 12 kes hatin girtin.
16 Îlon 2016
Li 4 gundên Şemzînanê derketina derve hat qedexekirin
Li 4 gundên girêdayê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê derketina derve hat qedexekirin.
16 Îlon 2016
Akitê Evrenselê hedef nîşanda
Rojnameya Akitê di nûçeya xwe de Evrenselê weke parazvanê PKKê nîşanda û îdia kir ku wê were girtin.
15 Îlon 2016
Agirbesta li Sûriyeyê 48 saetan hat dirêjkirin
Agirbesta 7 rojan ku di 12ê Îlonê de li Sûriyê hatibû îlankirin 2 roj hat dirêjkirin.
15 Îlon 2016
RÇMM: Di encama êrişa Tirkiyeyê de li Cerablusê 24 sivîl hatin kuştin
Di encama êrişa Tirkiyeyê de li Cerablusê 24 sivîl hatin qetilkirin Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan daxuyand ku di encama êrişa Tirkiyeyê de li Cerablusê 6 jê zarok 24 sivîl hatin qetilkirin.
15 Îlon 2016
Siyasetmedarê AKPî li Şemzînanê hat kuştin
Ahmet Budak ku di hilbijartinên 1 Mijdarê de ji AKPê namzetê parlementeriyê bû, îro di encama êrişa çekdarî de hat kuştin.
14 Îlon 2016
Êrîşa li Wanê HPGyê girtiye ser xwe
HPGyê êrîşa duhî li Wanê pêk hatî girt ser xwe.
13 Îlon 2016
Kati Piri: Rewşa Awarte dibe alaveka zordariya li kurdan
Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, Piri û Schaakeyê ji beriya civîna li ser Tirkiyeyê dîyar kirin, cihê fikarê ye ku hiqûq wek alaveka zordariyê tê bi kar anîn.
13 Îlon 2016
Kerry: Ji bilî çareseriya sîyasî ti rêyên dî nînin
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Kerryî got:’’Sûriye ber bi birêvebiriyeka laîq û negirêdayîya ti mezheban naçe ji ber ku di vê yekê de berjewendiyên Esad û Rûsyayê hene.’’
13 Îlon 2016
Li Sûriyeyê dema agirbestê dest pê kiriye
Li Sûriyeyê dema plana ji bo deh rojan a agirbestê ya Rûsya û Amerîkayê dayî dest pê kirin şeva dî siet 19:00 dest pê kiriye.
13 Îlon 2016
Ocalan: Dewlet amade be pirgirêk dê di 6 mehan de çareser bibe
Ocalanî bi peyama xwe da zanîn ku ‘’ez şerekê çavgirtî ye, heke dewlet amade be pirsgirêk dê di 6 mehan de çareser bibin.’’
12 Îlon 2016
Dibistanên Amedê dê du rojan dereng vebin
Wezareta Perwerdeya Neteweyî(MEB) da zanîn ku dibistan dê li Amedê du rojan dereng vebin. Ji zêdetirî 11 hezar mamoste/dersdarên ji karî hatin bi dûr xistin, zêdetirî 4 hezar ji wan li Amedê kar dikirin.
12 Îlon 2016
Li Wanê teqîn çêbûye
Li Beşyola Wanê teqîn çêbûye. Li gor daxuyaniya walîtîyê 48 kes birîndar bûne, 46 ji wan sivîl in.
12 Îlon 2016
Cejna we pîroz be
Em cejna hemî misilmanan pîroz dikin. Em cejneka bêpevçûn ji her kesan re dixwazin.
12 Îlon 2016
Erdoganî li ser erkdarkirina kayyûman got: ''Berê jî hêviya min ew bû''
Erdoganê serokkomar piştî nimêja cejnê bersiva pirsên li ser erkdarkirina kayyûman ku bibin şaredar axivî û got: ''Li gor min ev gaveka derngmayî ye. Divîya ji beriya niho ev gav bihatiya avêtin.
12 Îlon 2016
Wezîrê dadê li ser şandina kayyûman daxuyanî da
Wezîrê Dadê li ser erkdarkirina kayyûman ku bibin serokên 28 şaredariyan li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî dan.
11 Îlon 2016
Hat îdiakirin ku ji bo Şaredariya Kopê kayûmek hatiye erkdarkirin
Qeymiqamê Kopê telefonî Şaredariya Kopê kiriye, gotiye:’’Ji bo şaredariya we kayûmek dê bê erkdarkirin, nivîsa fermî dê piştî nîvro bê şandin.’’
9 Îlon 2016
Polêsan êrişî çalakiyên Egitim Senê kirin: Bi dehan kes hatin binçavkirin
Egitim Senê li dijî jikarderxistina bi hezaran endamên xwe îro li gelek cihan çalakiyên şermezarkirinê lidarxisin. Di encama êrişên polêsan de li Amedê 70, li Mûşê jî 4 endamên Egitim Senê hatin binçavkirin.
9 Îlon 2016
Du xebatkarên Azadiya Welat hatine girtin
Du xebatkarên Azadiya Welat ên bi navê Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan hatine girtin
9 Îlon 2016
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Saziyên medyayê giliya Tirkiyeyê bi Konseya Ewropayê kir
Saziyên medyaya navneteweyî ji ber ku li Wezareta Werzişê dest danîn ser qeydên roportajê yê Deutsche Welleyê, giliya Tirkiyeyê bi Konseya Ewropayê kir.
9 Îlon 2016
Li hin taxên Amedê derketina derve hat qedexekirin
Walîtîya Amedê, li heşt taxên Licê, sê taxên Hênê û du taxên [bi tirkî] Kocakoyê derketina derve qedexe kir.
9 Îlon 2016
Pûtîn û Erdogan derbarê agirbesta li Helepê de hevdîtin pêk anîn
Erdogan û Pûtîn derbarê şerê li Sûrî û beriya cejnê li Helepê ragihandina agirbestê de bi riya telefonê hevdîtin pêk anîn.
9 Îlon 2016
HRW: Zarokên penaber li Yûnanîstanê di şertên xerab de dimînin
HRWyê bi raporekê xwest ku divê zarokên mezinên wan ne digel wan bêsebeb neyên girtin û li girtîgehan nemînin.
9 Îlon 2016
AA: Ji bo şaredariyên Farqîn û Sûrê kayyûm hatin erkdarkirin
Li Amedê ji bo şaredariyên Sûr û Farqînê kayyûm hatine erkdarkirin. Wekîlên şaredaran diyar kirine ku ji bo wan teblîxat nehatine şandin û gotine ‘’em ew kesên gelî hilbijartîn, vê kiriyarê qebûl nakin.’’
8 Îlon 2016
Demirtaş bersiva Yildirim û Soylu da
Demirtaş derbarê gotinên Yildirim de got: “Dadgeh teblîgat dişînin. Lê helwesta me diyar e. Birina me ya bi darê zorê jî destê hêzên ewlehiyê de ye.”
8 Îlon 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Jiyan Oztûrka nexweş ji girtîgehê hat derêxistin
Jiyan Oztûrk dersdareka nexweşa epîlepsîyê ye ku li mêrdînê bi tometa ‘’endambûna rêxistinê’’ hatibû girtin. Oztûrk îro ji girtîgehê hat derêxistin.
8 Îlon 2016
MEB: 11 hezar û 285 karmend ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Wezareta Perwerdehiyê (MEB) di parbekirina li sert hesabê xwe yê twitterê de got: “11 hezar û 285 karmend ku têkiliya wan bi rêxistina terorî re henei ji wezîfeyê hatin dûrxistin.”
8 Îlon 2016
Daxuyanîya Çavûşoglûyî ya li ser operasyonên Reqqa û Mûsilê
Wezîrê karên derve, Mevlûd Çavûşoglûyî ji bo operasyonên Reqqa û Mûsilê got: ‘’ Ne mûmkin e ku bêyî operasyoneka bejayî ji hewayê ve DAIŞ bê tinekirin, heta ku ne mûmkin e bê sekinandin.’’
8 Îlon 2016
Li zindanan jî greva birçîbûnê dest pê dike
Gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdor ku ji hêla 50 siyasetmedarên kurd ve li Amedê bi aramanca hevdîtina bi Ocalan re dest pê kiribû, didome. Ji hefteya bê şûnde wê li zindanan girtiyên PKKê û PJAKê jî dest bi gireva birçîbûnê bikin.
8 Îlon 2016
Li Antalyayê derbarê 25 parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayîn
Li Antalyayê derbarê 25 parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayîn û di nav wan parêzeran de Alîkarê Serokê Giştî yê ÇHDê Munip Ermiş, endamê berê yê ÇHDê Hakan Evcin û Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Antalyayê Lider Tanrikulu jî hene.
8 Îlon 2016
Canikli: Di operasyona Sûrî de 4 leşker û 16 jî OSOyî hatin kuştin
Alîkarê Serokwezîrî Canikli daxuyand ku di operasyona Sûrî de 4 leşker 16 jî OSOyî hatin kuştin.
8 Îlon 2016
1
...
448
449
450
451
452
...
459
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver