Rapora pisporan: Destikê deriyê jêderketina dema hewarê nebû
Li gor reşbeleka yekem rapora pisporan, deriyê jêderketina dema hewarê yê warê xwendekaran girtî bûye, ji bo vekirinê destikê wê ne pê ve bûye û ti kesan nekarine bi wan deriyan re xwe xelas bikin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gor reşbeleka yekem rapora pisporan, deriyê jêderketina dema hewarê yê warê xwendekaran girtî bûye, ji bo vekirinê destikê wê ne pê ve bûye û ti kesan nekarine bi wan deriyan re xwe xelas bikin.
Li gor DHAyê, pisporan eşkere kiriye ku deriyê derketinê yê qeta yekem ji PVC û plastîkê bûye.
Li gor pisporê elektrîkê çêdibe agir ji cihê belavkirina elektrîkê derketibe. Sîstema elektrîkê gelek kevin bûye û êdî nekariye karê xwe bike.
Li gor raporê 4 kes li ber deriyê derketina dema hewarê, yek li qeta yekem û 7 jî li odeyeka qeta serî şewitîne û mirîne.
Şaredar: Deriyê jêderketinê yê demên hewarê girtî bû
Şaredarê Şaredariya Edeneyê Huseyîn Sozlûyû dabû zanîn ku îhtimalek mezin, deriyê jêderketinê yê demên hewarê girtî bû.(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
dûvikên vê nûçeyê