Mêran di meha Adarê de 14 jin kuştine
Qatilê heft jinan mêrê wan in, destgirtiyê du jinan ew kuştine, mêrê berê yê jinekê ew kuştiye, birayê jinekê ew kuştiye, jinekê teklîfa zewacê ya mêrekî qebûl nekiriye li ser vê yekê mêrî ew jin kuştiye, tecawizkarekê jina tecawiz lê kirî kuştiye, miştêrîyê jinekê karkereka seksê kuştiye.