Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di yekemîn salevegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de li Amedê raxistek hat lidarxistin. Di raxistekê de wêneyên Tahir Elçî û nûçeyên dozên derbarê wî de hatine vekirin û di rojnameyan de cih girtine tên nîşandan.
Raxistek duh êvarê destpêkir û ji hêla Baroya Amedê ve tê lidarxistin. Cihê wê raxistekê li Sumerparkê ye û dê heta 4ê Kanûnê roja Yekşemê jî vekirî be.
Hefteya Bîranînê
Di yekemîn selvegera qetilkirina Tahir Elçî de vê hefteyê li Amed û Stenbolê civînên çapemeniyê, nîşandana belgefîlman, raxistek û gelek panel wê werin lidarxistin.
Tahir Elçî sala borî di 28ê Mijdara 2015an de dema li Amed Sûrê derbarê Mînareya Çarling ku di pevçûnan de gelek zerar dîtîye de daxuyanî dida ji çapemeniyê re bi guleya li serê wî ket ve hatibû qetilkirin. Derbarê qetilkirina Elçî de lêpirsîn nehat temamkirin û doz hê jî nehatiye vekirin.
(AS/YO)