Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şanoger û sînemager Erdal Tosun di qezaya trafîkê ya ku li Stenbol Sariyerê çêbû de canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan wesayîtek qulubiye û piştre li ser wesayîta ku Erdal Tosun tê de bû ketiye. Ji ber ku banê wesayîta Tosun pelixiye, wî tê de canê xwe ji dest daye.
Erdal Tosunê 43 salî, di “Bir Demet Tiyatroyê” de xwe baş dabû naskirin û navdar bûbû.
Tosun kî ye?
Di sala 1963an de li Stenbolê hatiye dinê.
Li Zanîngeha Mimar Sinanê di beşa konservatuarê de xwendiye.
Wî di sala 1981an de cara yekem li ser teklîfa Atif Yilmaz di fîlma “Mine” de lîstiye.
Di “Bir Demet Tiyatro”yê de cih girt.
Wî di fîlmên weke Vizontele, Gonul Yarasi, GORA de cih girtiye.
(NV/YO)