TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 375
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de 13 jin û 2 zarok kuştine
Mêran di meha pêşiyê ya sala 2018yê de herî hindik 13 jin û 2 zarok kuştine. Herweha du mêr kuştine ku di dema kuştina jinan de li cem wan bûne.
8 Sibat 2018
Çiçek Tahaoğlu
Evîna ku ji bo sed salan mora xwe li sêvekê dide: Sêva Mêxekrêj
Koma çalakiyan a ciwanên kurd ên li Stenbolê, Chalak Events dê di bin çavdêrîya hûnermendê naskirî Seywan Saedianî de di roja evîndaran de atolyeya“Sêvên Mêxrêj” pêk bîne.
8 Sibat 2018
Weqfa Rooseveltî Xelata Azadiya Xwe-îfadekirinê da Erol Onderoglûyî
Weqfa Rooseveltî ya Hollandayê, Xelata Azadiya Xwe-îfadekirinê da Erol Onderoglûyê Berpirsê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas û rapornivîsê bianetê.
8 Sibat 2018
Di operasyona li ser Efrînê de 2 leşker mirin
Li herêma di navbera Çiyayê Darmik û bajarokê Bilbilê de êrîş li hemberî leşkerên Artêşa Tirkan hatiye kirin ku beşdarî operasyona li ser Efrînê dibûn. Di encamê de 2 leşker mirin û 8 leşker jî birîndar bûn.
8 Sibat 2018
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ya 2017ê: Saleka medya û nûçegihanan
122 rojnamegerên di girtîgehan de, desteserkirin, kuştin, tehdîd, astengkirina weşanê, DMME, DQB, RTUK, TCK, TMK, bêkarkirina rojnamegeran, di 37 rojên 2018ê de girtina 7 rojnamegeran berdana rojnamegerekê...
7 Sibat 2018
Erol Önderoğlu
Diêşe Rocky
Rocky rikberê xwe li erdê pan dike û di axavtina xwe ya şampiyoniyê de dibêje, “Helwesta we ya li hemberî min guherî. Ihtimala guhertinê ji bo me hemûyan heye. Ihtimal heye ku hûn jî biguherin.”
7 Sibat 2018
Hakan Bıçakcı
Ji ber parvekirinên li medyaya civakî 5 kes hatin desteserkirin
Cendirmeyan li Çeneqeleyê ji ber parvekirinên li medyaya civakî yên li ser operasyona li ser Efrînê çar kes desteser kirin, kesek reviya. Li navçeya Kuşadasiyê ya Aydinê jî polîsan kesek desteser kir.
7 Sibat 2018
Parlamenteriya Ferhat Encuyî hat betalkirin
Parlamenteriya Ferhat Encu Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat betalkirin, li gorî vê encamê hejmara parlamenterên HDPyê yên ku parlamenteriya wan hatiye betalkirin gihişte 7an.
6 Sibat 2018
Ali Erol û Sibel Tekin jî tê de 5 kes serbest bûn
Pênc kesên ku ji ber parvekirinên wan ên li medyaya civakî hatibûn desteserkirin serbest hatin berdan. Wan kesên hatîn desteserkirin li ser operasyona li Efrînê fikrên xwe parve kiribûn.
6 Sibat 2018
Ji destpêkê heta niho di operasyona li ser Efrînê de çi bûye?
bianetê roj bi roj bûyerên bi Operasyona li ser Efrînê bûyîn şopandin. Me nûçeyên giring ên bianetê yên li ser operasyonê li vê derê berhev kirin.
6 Sibat 2018
Neteweyên Yekbûyî: Divê demildest li Sûriyeyê agirbest bê îlankirin
Neteweyên Yekbûyî(NY) eşkere kir ku mirovên li gelek herêmên Sûriyeyê dijîn “di rewşeka xeter de ne.”
6 Sibat 2018
10 bikarhênerên din ên medyaya civakî hatin desteserkirin
Wezareta Navxweyî aşkere kiribû ku ji ber parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê bi tohmeta “propagandaya terorê” 449 kes hatine desteserkirin. Li Konyayê bi heman hincetê vê sibehê 10 kesên din hatin desteserkirin.
6 Sibat 2018
Medyaya Ewropayê: Tirkiye û Hollanda li benda lêborînê bûn
Hollandayê eşkere kir ku wê bi awayekê fermî balyozê xwe yê li Tirkiyeyê vegerandiye. Li gor rojnameya Financial Timesê Tirkiye li bendê bû Hollandê lêborînê bixwaze. Li gor medyaya Hollandayê jî Hollanda li bendê bû lêborîn ji wê bê xwestin.
6 Sibat 2018
Li Idlîb û Efrînê du leşker û karmendekê sivîl mirine
Li Idlîbê êrîş li çepera çavdêriyê ya TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirk) hatiye kirin di êrîşê de leşkerek miriye, pênc leşker û karmendekê sivîl birîndar bûne. Duhî jî leşkerek û karmendekê sivîl miribûn.
6 Sibat 2018
Dadgehê biryara serbestiyê ji bo doktorên TTByî derxist
8 doktorên ji Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) duh derketin pêşberî dadgehê û piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî biryara serbestiyê ji bo wan hat derxistin. 3 doktor roja înê bi heman şertî serbest mabûn.
6 Sibat 2018
Siyasetmedarên jin ên girtî li ser Efrînê nameyek nivîsî
Jinên sîyasetmedar ên girtî ji bo Perlamentoya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî(NY) û Rêxistina Hevkariya ji bo Ewlehiyê ya Ewropayê nameyek nivîsî. Wan diyar kir divê li şûna polîtîkayên leşkerî polîtîkayên aştîxwaz hebin.
5 Sibat 2018
İSİG: Meha Kanûna Paşiyê herî hindik 141 karker mirine
Meclîsa Ewlehiya Karî û Tenduristiya Karkeran (İSİG) meha Kanûna Paşiyê 5 jê zarok, 2 jê jin, 10 jê penaber, herî kêm 141 karker mirine.
5 Sibat 2018
Hollandayê balyozê xwe bi awayekê fermî ji Tirkiyeyê vegerand
Wezîrê karên derve yê Hallandayê, Halbe Zijlstrayî da zanîn ku welatê wî bi awayekê fermî balyozê xwe yê li Tirkiyeyê vegerandiye. Ev salek bû Tirkiyeyê destûr nedida wezîrê Hollandayê bê Tirkiyeyê.
5 Sibat 2018
449 kes ji ber parvekirinên medyaya civakî hatine desteserkirin
Wezareta Navxweyî aşkere kir ku ji ber parvekirinên medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê, 449 kes bi tohmeta ku “propagandaya terorê” kirine hatine desteserkirin. Hejmara kesên ku ji ber protestokirina operasyonê hatine desteserkirin 124e.
5 Sibat 2018
Erdoganê serokkomar û Francescoyê papa dê îro bicivin
Serokkomarê Recep Tayyip Erdogan ji bo îro bi papayê Francesco re bicive şeva dî çûye Vatikanê. Mijara civînê dê rewşa Qudsê be.
5 Sibat 2018
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Di operasyona li ser Efrînê de du leşker mirin
Di operasyona li ser Efrînê de duh Bekîr Evren Çawişê Pispor Komandoyê Peya û Selîm Vûrdal Çawişê Pispor mirin.
5 Sibat 2018
Nûçegihanê AAyê li Efrînê birîndar bûye
Nûçegihanê Ajansa Anadolûyê, Sarp Ozer dema nûçeyên li ser Operasyona li ser Efrînê çêdikir ji destên xwe û lingê xwe birîndar bûye.
2 Sibat 2018
Sê doktorên TTByî serbest bûn
Ji 11 endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirkan Adiyaman, Horasan û Gokalp ji hêla Dadweriya Cezayan a Sulhê ve bi şertê kontrola edlî serbest man. Heşt doktor hîna li Midûriyeta Emniyetê tên girtin.
2 Sibat 2018
Polîsan du rojnameger, Alî Sonmez Kayar û Sîbel Tekîn desteser kirin
Polîsan nûçegihanê ETHAyê(Ajansa Nûçeyan a Etkînê), Alî Sonmez Kayar û nûçegihana Seyri Sokakê Sibel Tekin desteser kirin.
2 Sibat 2018
Roket avêtin Kilîs û Reyhanliyê, kesek mir
Şeş roket avêtin Kilîs û navçeya Reyhanli ya Kilîsê, di encamê de 11 kes birîndar bûn. Di encama teqînê de kesek mir.
2 Sibat 2018
Li 3 bajaran bikarhênerên medyaya civakî hatin desteserkirin
Bi hinceta parvekirinên medyaya civakî li Enqere, Stenbol û Eskîşehîrê polîsan bi ser malan de girtin û herî kêm 10 kes hatin desteserkirin.
2 Sibat 2018
Ayça Söylemez
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Kaos GL: Bila Ali Erol demildest serbest bibe
Polîsan Ali Erolê ku yek ji avakerên Kaos GLyê ye û aktivîstekê LGBTIan e li Enqereyê li mala wî desteser kir.
2 Sibat 2018
Çiçek Tahaoğlu
Li Dîlok û Colemêrgê çalakiyên civakî hatin qedexekirin
Li bajarê Colemêrgê û li navçeyên Şahinbey, Şehitkamîl û Oguzelî yên Dîlokê hemî çalakiyên civakî hatin qedexekirin.
2 Sibat 2018
Metîn û Kemal Kahraman wê li Kadikoyê stranên xwe bêjin
Metîn û Kemal Kahraman wê sibê (3yê Sibatê) li Navenda Perwerdeyê ya Gel a Kadikoyê konserekê bidin
2 Sibat 2018
Li welatên pevçûn û felaket lê hene ji her 10 ciwanan 3 kes nizanin bixwînin
UNICEFê(Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî) eşkere kir ku li welatên pevçûn û felaket lê hene ji her 10 ciwanên di emrên 15-24ê de 3 yanî 59 milyon kes nizanin bixwînin.
1 Sibat 2018
Taner Kiliç careke din hat girtin
Dadgehê duh derbarê parêzer Taner Kiliç Serokê Lijneya Rêveberiyê yê Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî tehliye kiribû, lê Kiliç îro cakere din hat girtin.
1 Sibat 2018
Nifûsa Tirkiyeyê nêzîkî 81 Milyonan e
Li gor daneyên sala 2017ê nifûsa Tirkiyeyê: 80 Milyon û 810 hezar û 525 e. Rêjeya zêdebûna nifûsê ya salane di sala 2016ê de ji sedî 13,5 bû di sala 2017ê de ev rêje bûye ji sedî 12,4.
1 Sibat 2018
1
...
373
374
375
376
377
...
384
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver