6 namzet wê karibin bikevin hilbijartina Serokomariyê
Recep Tayyîp Erdogan, Mûharrem Înce, Selahattîn Demîrtaş, Dogû Perînçek, Meral Akşener û Temel Karamollaoglû, ji hêla Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve weke namzetên serokomariyê hatine aşkerekirin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) lîsteya namzetan a demkî ya hilbijartina serokomariyê de weşand ku hilbijartin wê 24ê Hezîranê çêbibe.
Di lîsteya demkî de namzetê Partiya Dad û Geşepêdanê Recep Tayyîp Erdogan, yê Partiya Gel a Komarî Mûharrem Înce, yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattîn Demîrtaş û namzetên ku îmzeyên sed hazar dengdêran wergirtine û bi wî awayî serî li namzetiyê dane Dogû Perînçek, Meral Akşener û Temel Karamollaoglû heye.
Di biryara YSKyê de dîrokên jidayikbûna namzetan û zanîngehên ku qedandine jî hene.
Heta 11ê Gulanê roja înê saet 17.00ê kesên bixwazin dikarin îtirazê li lîsteya demkî ya YSKyê bikin. (BK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.