Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di sala 2015ê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Çîn, Almanya, Fransa, Rûsya û Ingilîzîstanê bi Îranê re ji bo enerjiya nûkleer peymanek îmze kiribû. Dema peymanê temam bû, ji bo dirêjkirina demê DYAyê îmze nekir.
Li gor peymanê heke Îran ji 3yê yekê karê dewlemendkirina Ûranyûmê kêm bike dewletên hevpeyman hin ji mecbûriyetên li ser Îranê kêm kirin.
Serokê Amerîkayê di 14ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ji bo sê mehan li ser bifikire peyman îmze kiribû. Trumpî li Qesra Spî civînek digel çapemeniyê pêk anî û diyar kir ew ê peymanê îmze neke.
Amerîkayê ji sala 1979ê ve ambargoyek danibû ser Îranê. Di 16ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê de dema ambargoyê bi awayekê fermî qediyabû.
(HK/MB)
Çavkanî: Euronews, AA, BBC Türkçe, Amerika'nın Sesi