Ji ber çapkirina yekem jimara kovara Hawarê 15ê Gulanê wek roja zimanê kurdî tê pîrozkirin. Şaxê Wanê yê Chalak Eventsê dê 10, 11 û 12ê Gulanê li Wanê bernameyên ji bo cejnê pêk bîne, Chalaka Stenbolê dê digel Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Bogazîçîyê12ê mehê bernameyekê pêk bîne.
“Divê ji bo çalakiyên Kurdî sponsor hebin”
Endama Chalaka Wanê Rozerîn Tadikê ji bianetê re got:
“Em bi derfetên xwe yên kêm kar dikin. Ji ber neyîna piştgiriya aborî û sponsoran ew kesên dixwazin di bernameyê de bin nikarin bên û beşdarî bernameya Cejna Zimanê Kurdî bibin. Ya kêm me ji 20 kesan xwest bên gotaran pêşkêş bikin lê ji ber neyîna derfetan wan nekarîn bên.”
Li gor bernameya ji bianetê re hatî şandin bernameya Chalaka Wanê bi vî awayî ye:
10ê Gulanê
Siet 18.00 li Egitim Sena Wanê şevbihorka helbestan dê bê pêkanîn. Emrîkê Sidiqayê dê helbestan bixvîne.
11ê Gulanê
17.30 destpêka bernameyê
Siet 18.00ê li Egitim Sena Wanê lêkolînerê Samet Aydenîzê dê li ser “rola eşîran a di parstina çand û zimanî de” biaxive; lêkolînerê Bedran Hikmet dê li ser “çand û ziman”î biaxive. Siet 20.00 fîlmên, derhênerê Aram Dildar dê bêne nîşandan û bernameyeka gotûbêjê dê bi derhênerî re bê pêkanîn.
Omer Faruk Baran dê li Wanê be
Li gor bernameyê rojnameger û blogerê Omer Faruk Baran dê gotarekê pêşkêş bike.
12ê Gulanê
17.00 Li Egitim Sena Wanê bername dê dest pê bike.
17.30 Derûnînasa Leyla Nisêbînî û edîtorê Psychlogy Kurdî, Kenan Ormek dê gotarên xwe pêşkêş bikin.
19.00 Bloger û Youtuber Roza Sîerra, Nanoziko û rojnameger û bloger Omer Faruk Baran dê gotarên xwe yên li ser blogeriya kurdî pêşkêş bikin.
20.00 Fîlma Dom ya derhênerê Dilazad Art dê bê pêşkêşkirin, piştî fîlmê digel derhênerê fîlmê gotûbêj dê bê kirin.
Vîdeo-peyama Sînemxan Bedirxanê dê bê nîşandan
Chalaka Stenbolê dê digel Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Bogazîçîyê, bernameya Cejna Zimanê Kurdî li Zanîngeha Bogazîçîyê pêk bîne.
Meryem Çelîk û Tofan Sûnbûl dê siet 17.30ê bernameyê bidin destpêkirin. Vîdeo-peyama Sînemxan Bedirxanê dê bê pêşkêşkirin. Peyama Kûbra Sagirê(Seroka Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Bogazîçîyê ye û di Girtîgeha Bakirkoyê de girtî ye) dê bê xwendin.
18.00 - panel
Berken Bereh dê li Zanîngeha Bogazîçîyê be
Helbestkarê Berken Bereh dê li ser “helbesta modern a Kurdî”, nivîskarê Denîz Gûndûz dê li ser “ji destpêkê heta îro edebiyata Kirmanckî” û lêkolînerê Mesûd Serfiraz dê li ser “ji serdema Osmanîyan heta Hawarê weşangeriya Kurdî” biaxivin. Pelda Sancar û Sema Coşkun dê moderatoriyê bikin.
20.00-21.30 – Helbest, Mûzîk
Kajîn Dara dê li santûrê bide, Sûat Gûzel dê li gîtarê bide.
(MB)