Şaxê Êlihê yê Komeleya Nûbiharê dê 13ê Gulanê, siet 14.00ê li navenda wê komeleyê bernameyeka ji bo Cejna Zimanê Kurdî pêk bîne. Di bernameyê de panelek dê bê pêkanîn û di panelê de Dr. Zûlkûf Ergûn dê li ser “ziman û nasname”yê biaxive.
Dersdarê zimanê kurdî yê Komeleya Nûbiharê, Ronî Bedirxanî li hesabê xwe yê Facebookê diyar kiriye ku di heman bernameyê de xwendekarên kursa zimanê Kurdî dê bawernameya ji bo asta yekem ya zimanê Kurdî bistînin.
Bedirxanî ji bianetê re got:
“Komeleya Nûbiharê her sal ji bo Cejna Zimanê Kurdî bernameyeka bi vî rengî pêk tîne.”
Ji ber çapkirina yekem jimara kovara Hawarê* 15ê Gulanê wek roja zimanê kurdî tê pîrozkirin, îsal li gelek bajarên wek Amed, Wan, Stenbol û Êlihê bernameyên ji bo cejnê dê bêne pêkanîn.
Dr. Zûlkûf Ergûn
Dersdarê ziman, edebiyat û çanda Kurdan e. Wî Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî li Zanîngeha Dîcleyê temam kiriye. Wî li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê li ser ziman û çanda kurdan bernameya masterê temam kiriye. Dr. Ergûnî li Zanîngeha Zaxoyê doktora kiriye.
Hawar û Cejna Zimanê Kurdî
Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15'ê gulana 1932'an de derket û heta 15'ê gelawêja 1943'an 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawarê ku di dîroka weşanvantiya kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî de bûbû rewtek û ekolek û heta sala 1943'an weşana xwe berdewan kir. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha gotiye: Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye. Li gel kurdî di her hejmarekî de 3-4 rûpelên frensî jî hebûn. Heta hejmara 23'an nivîsên kurdî yê kovarê bi alfabeyên latînî û erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin. Naveroka hemî hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn da zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Alî Bedirxan, ku êdî ew jî wê çaxê hatibû Lubnanê, derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tevlî wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn da di wêjeya kurdî de bûn kesên navdar. Roja destpêka weşana kovara Hawarê (15'ê gulanê) îro weke Roja zimanê kurdî tê pîrozkirin.(wikipedia) |
(MB)