Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Mêr bi hev re digeriyan.
Mêrê ku porê xwe şeh dikir û bêhn bi xwe wer dikirin, mêrên komîk bûn. Lewre xeml karê jinan bû. Bi mêrên ku weke jinan bû, dikeniyan. Divê mêr weke ‘mêran’ bûna. Divê meran her gavê xwe bidana ispatkirin. Divê mêraniya xwe nûbikirana. Hin kes hebûn ku yek du hefteyan bêyî mêrbûna xwe ispat bikin digeriyan.
Digel ku şemî roja fermî ya serşuştinê bû jî Wî, her ji du sê rojan carekê serê xwe dişuşt. Ji ber wê saetên zû ên sibehê radibû, ji bo ku kes nezanibe di tiwaletê de av li ser laşê xwe dikir. Bêyî ku hayê ti kesan jê çêbike li ber dibistanê li bendê dima.
Mêr ew kes bû ku divê hezkirina xwe nîşanî evîndara xwe neda. “dawe*”ya herkesan hebû.
Dawe, kesa ku jê tê hezkirin, ya ku tê arzûkirin e.
Bê ji ber çi be lê ya ku tê arzûkirin her jin e. Paşê dîsa li ber dibistanan mêr bi komî li hev didan. Ji ber ku wî li “dawe”ya wî nêriye, wî jî bi “dawe”ya wî re axiviye hwd.
Mêrê yên hwd. in.
Jin nediketin nav van pevçûnan, ji ber ku daweya yekê ji wan jî tune bû. Bi çavekî baş li wê jina ku daweya wê hebû nedinêrîn.
Ew, careke din ketibû wî şerê ispatkirina mêraniyê. Bêyî ku ti kes wî bibîne dev û pozê xwe yê di nava xwînê de paqij kiribû.
Dema bi şev bi xwe de dimîst, ji bo ku kes pê nehise, radibû çarşefa xwe diguherand û doşeka xwe paqij dikir. Ya jî ji bo ku bi temamî zuha bibe, ji nava livînan dernedike. Ne ew kêlî tenê bû ku ya ku dikete nava fediyê. Di lîteraturê de navê wê ereksiyona sibehê ye. Ji bo ku dêya wî ew ereksiyona bi mîzê re çêdibû nebîne, bi lez direviya tiwaletê.
Rewşa wî gelekî seyr bû. Ji bo ku xwe kesekî weke xwedîhêz nîşan bide gelek caran rezîl dibû, dikete dewsa qeşmeran. Ji xwe re komeke nû û bihêz peyda kiribû. Kî dikete ber wan bi pihênan li wan didan û bi vî awayî diçûn heta dibistanê.
Diçûn wan kafeyan ku mêr û jin bi hev re rûdiniştin. Herkesî li wê keça ku li maseya hember rûniştiye dinêrî û herkes dikete nava xeyalan. Çîrok bi çêbûna zarokan diqediya. Malek, odeyên ji hev cida, malên ku jin lê li rabûn û rûniştina xwe baldar bûn.
Hema hema bavê her malê hebû. Yê wî jî hebû. Hebû lê kê bavtî ji wî re dikir? Bav mêrê asta bilind bû, ew bû ku piştî dewletê dihat. Bav jî weke her bavî bi tenê bû. Dema xwarina xwe dixwar, li televizyonê temaşe dikir, pare dida…
Bav e ku kesê metre di dest de ye û digere. Dîsa bav e ku mesafeya di navbera xwe û kesên li malbatê de di astekê de digire. Heke ku bapîrî bidîta bav ji zarokên xwe hez dike, nêzîkî zarokên xwe dibe, ew bav şermezar dikir.
Bapîr, di nava bav û dewletê de ye.
Bapîrî her mêrê ku nûgîhayî şermezar dikir. Xwegîhandina li gel wî bi metreyê nedibû. Nedibû jî ji xwe. Bav tenê nêzîkî dayikê dibû. Dema ku deng dibihîstin, ji bo neyê zanîn bê hişyar e, bi derewan dikir xirexir. Paşê bavî pê li wan dikir û diçû banyoyê.
Nexwe mêranî tiştekî wiha ye?
Pêlêkirina li jinê bû.
Heke ku hewce bike dikare xwe ji ser hemû kesan çeng bike…Bêyî pêzanînê bavî dersa herî mezin dabû wî. Divê wî jî ispat bikira ku bê çiqas xwendekarekî baş e.
Wê henekên bi destan li keçên polê bikira. Wê li paş keçekê xwe xûz bikira û wê ji hevalekî xwe bixwesta ku wê dahf bide. Heke ku ew nebûya wê porê wan bikişanda. Ev hemû pêşamadekariyên wê tundkariyê bûn ku wê di pêş de bikira.
Yek armanceke wî hebû ku bibe kurê bavê xwe û li gorî bendewariyan tev bigere. Car caran kirîna pêlaveke nû bû armanc. Car caran jî di tiwaleta dibistanê de bi hevalên xwe yên mêr re qedandina cixareyekê. Mînak, libakirina tizbiyê, avêtina lingan a li ser hev, çûna nimêja înê.
Yek jî, divê qet li xwişka hevalê xwe nenêriya. Ya herî zehmet jî ev bû. Têkiliyeke wî ya baş bi keçên polê re tune bû, lê bi xwişkê re têkiliya wî baş bû.
“Merheba, Ehmet li malê ye? Hûn dikarin bibêjin ku Ew hatiye”.
Xwişkê car caran temam digot. Têkiliya wan her roja ku diço baştir dibû. “Temam, ez ê bang lê bikim.” Wî car caran xwe nedigirt û digot “Temam, ez ê li bendê bim”. Hindik mabû ku wê bi jinekê re bûbûya heval. Heke ku bi birayê wê re navbera wan xirab nebûya. Heke ku bi bira nedaba hiskirin ku têkiliya wî û xwişkê her roja ku diçe baştir dibe.
Ji ber vê rewşê, dawe bi dawî dibû, wî serî hildida. Li hemberî dê û bav û hewce bikira li hemberî dewletê.
Wî dewlet bi rengekî cidî cara pêşiyê bi vî awayî nas kir.
Nîvê şevê çi dikeve ber destê wî vexwaribû. Weke har bûbe li kolanan geriya bû. Dema ku pêrgî polîsan hatibû, bêyî ku bizanibe çi bûye, çavên xwe li qereqolê vekiribû. Heta destê sibehê hemû rewşên mêraniyê yên di lîteraturê de hene, xistibûn mejiyê wî.
Dîsa ya ku bi ser ketibu, mêranî bû.
Li her deverê fêrî mêraniyê bûbû. Xwe gelekî bi şens didît.
Niha ji zarokên taxê re behsa xwe dike.
Bi wan kesên ku dişibe xwe re radibe û rûdine, dijûnan ji her kesî re dike. Her bi hev re tevdigerin, ji ber ku divê mêr bi hev re bigerin, lê jin her tenê bin. (AKÇ/ŞA/APA/FD)
52 MÊR 52 HEFTE
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
# 17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin – Samî Evren
Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne. |