Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Feminîst Forûm wê di navbera 11 û 13ê Gulanê de li Enqereyê bi rê ve biçe.
Mijara sereke ya Feminîst Forûm ‘18ê zayendîtiye û wê ji serdema Osmaniyan ta Tanzîmatê, ji Destpêka avakirina komarê ta roja me guhertinên polîtîk ên derbarê zayendîtiyê de bên gotûbêjkirin.
Bername, ji hêla Weqfa Piştevaniyê ya Jinan, Weşanxaneya Ayîziyê, Kader Enqere, Gender û Komeleya Jinen Astengdar ve tê çêkirin.
Programa bernameyê wiha ye
Forûm wê 11ê Gulanê bi performansa Gokçe Yîgîtel û Derya Bayraktaroglûyê ya bi navê “Bir S.C.U.M. tatbîkatı” ve dest pê bike û paşê wê merasîma xelatan a 13emîn Pêşbirka Çîrokan a Jin bi Jinan re çêbibe.
Roja duyem a forûmê wê atolyeya bi navê “Axavtina li ser Zayendîtiyê: Ne mimkun e ku mirov bêyî ku biaxive û li hev bike” li dar bikeve ku Dr. Seven Kaptan û Prof. Dr. Arşalûys Kayir wê atolyeyê bi rê ve bibin. Aylîme Asli Demîr wê li ser “Têgehîkirinên zayendîtiyê yên ku cidabûne yên feminîzman” biaxive. Mûstafa Avci wê mijara gewendeyên sedsala 19an, Ezgî Saritaş wê mijara çîrokên heteronormatîvîteyê bêaram dikin, ên piştî Tanzîmatê, Sevcan Tîftîk jî wê mijara zayendîtiyên ku di Edebiyata Tirkî de norman dişikînin vebêje.
Di beşa dawiyê de wê Giovanna Camerton li ser “Di têkiliyên lezbiyenan de desthilatdariya pederşahî û têkbirina kontrolê” bisekine.
Roja dawiyê ya bernameyê wê atolyeya “Di têkiliya jinan de derkitan ji derveyî çembera pederşahiyê” çêbibe ku Zehra Tosûn wê moderatoriyê bike.
Ji bo hemû bernameyê û beşdariya atolyeyan divê hûn maîlekê ji navnîşana [email protected] ê re bişînin. (YT/BK/FD)