TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 377
Du roket avêtin Kilîsê, du kes mirin
Duh bi şev du roket ber bi Kilîsê ve hatin avêtin ku yek ji wan li mizgeftekê ket, du kes mirin.
25 Çile 2018
25. salvegera mirina Ugur Mumcuyî
Di 24ê Kanûna Paşiyê ya 1993yê de teqemenîya li tirimbêla rojnamegerê Ugur Mumcu hatî bicihkirin hatiye teqandin û hatiye kuştin. Îro 24. salvegera mirina wî ye.
24 Çile 2018
Nivîskar Nûrcan Baysal serbest ma
Nivîskar Nûrcan Baysal du roj berê li Amedê hatibû desteserkirin, piştî derket pêşberî dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest ma.
24 Çile 2018
Amerîka: Rûsya hewil dide du dewletên endamên NATOyê ji hev sar bike
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Heather Nauert, li ser operasyona Tirkiyeyê li Erînê dike axivî.
24 Çile 2018
Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî
Min di nava van salan de tenê hejmareke gelekî hindik hempîşeyê xwe yên jin dîtine ku di nava mekanîzmaya biryardayinê de cî digirtin. Ji vê zexmtir tundkarî heye gelo? Ez bang li hemû mêran bikim, beşdarî vê kampanyeya “lêpirsînê” bibin.
24 Çile 2018
Tuğrul Eryılmaz
“Digel ASAyê 7-8 şehîdên me hene”
Serokkomar, Recep Tayyîp Erdogan li ser operasyona li Efrînê tê kirin axivî.
24 Çile 2018
Bêyî destûra qeymiqamiyên Mêrdînê firandina “findên miradê” qedexe ye
Walîtîya Mêrdînê bi daxuyaniyekê da zanîn ku ji bo protestokirina operasyona li ser Efrînê, bi daran ve girêdana paçikên miradê û firandina findên miradê û hemî çalakîyên civakî qedexe ne.
24 Çile 2018
Ursula K. LeGuin mir
Nivîskara femînîst Ursula K. LeGuin koça dawî kir.
24 Çile 2018
Li Stenbolê 7. Pembe Hayat Kuirfest dê bê pêk anîn
Di 27-28ê Kanûna Paşiyê de li Stenbolê 7. Pembe Hayat Kuirfest dê bê pêkanîn û xebatên kûîran yên ji hemî aliyên cîhanê bêne nîşandan.
23 Çile 2018
Di Operasyona li ser Efrînê de leşkerekî din mir
Mevlût Çavûşoglû Wezîrê Karên Derve li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir ku di dema Operasyona li ser Efrînê de serpel Ogûz Kaan Ûsta miriye.
23 Çile 2018
DYA: Operasyona Tirkiyeyê bala ku li ser têkoşîna DAIŞê ye belav dike
Derbarê operasyona li ser Efrînê de ji DYAyê daxuyanî li dû hev tên. Di daxuyaniya dawiyê ya Pentagonê de hat gotin ku bi operasyona Tirkiyeyê re bala li ser têkbirina DAIŞê belav dibe: Çavûşoglû got; “Heke ku hûn ne li gel me bin li hemberî me jî nesekinin.”
23 Çile 2018
Weqfa Umutê: Di sala 2017ê de rêjeya tûndkariya bi çekan ji sedî 28 zêde bûye
Weqfa Umutê rapora “tûndkariya bi çekan” weşand. Di raporê de rêjeya kuştina mirovan û nexşeya cihên lê mirov hatine kuştin hatiye amadekirin.
23 Çile 2018
Polîsan li şeş bajaran bikarhênerên medyaya civakî ji ber parvekirinên wan desteser kirin
Polîsan ji ber parvekirinên li medyaya civakî gelek kesên rojnameger, sîyasetmedar û mafparêz desteser kirin.
23 Çile 2018
Rojnameger Idrîs Yilmaz hat girtin
Idrîs Yilmaz rojnamegerê ku li Wanê kar dikir, bi tohmeta ku “propagandeya rêxistinê kiriye” hat girtin.
23 Çile 2018
Roja Çarem a operasyona li ser Efrînê
Ji beriya sê rojan piştî Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) digel Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) dest bi operasyoneka li ser Efrînê kir, di navbera wan hêzan û Yekîneyên Parastina Gelî(YPG) de şer çêbû. Îro herî zêde li dora Ezezê şer çêbûye.
23 Çile 2018
Di operasyona li ser Efrînê de leşkerek mir
Di sêyem roja operasyona li ser Efrînê de binefser Mûsa Ozalkan li bakurê rojhilatê Gundê Gulbaba yê Kilisê di encama pevçûnê de mir.
23 Çile 2018
Sê rojnameger û derhênerek hatin desteserkirin
Rojnameger Sîbel Hurtaş, Hayrî Demîr û Derhêner Fatîn Kanat ku li ser medyaya civakî “Operasyona Efrînê” rexne kirine hatine desteserkirin. Nûçegîhana MAyê Seda Taşkin ji ber ku derbarê wê de biryara zevtkirinê hebû hat desteserkirin.
23 Çile 2018
Rojnameger Îshak Karakaş jî hat desteserkirin
Rojnameger Îshak Karakaş ji ber parvekirinên medyaya civakî hat desteserkirin. Polîsan bi ser mala rojnameger Îsmaîl Eskînî de girtin.
22 Çile 2018
Amerîka: Ji bo Efrînê em di fikarê de ne
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî ji bo operasyona li ser Efrînê got: “Em di fikarê de ne.”
22 Çile 2018
Erdogan: Em bi dostên xwe yên rûs re axivîn me Amerîka qane nekir
Di roja sêyem a operasyona li ser Efrînê de, RecepTayyîp Erdoganê serokkomar got: “mesele ne tinekirina korîdora kurdan e, mesele tinekirina korîdaro terorê ye.
22 Çile 2018
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Serokwekîlê Koma HDPyê Yildirim: Divê em li hemberî vî şerî derkevin
Serokwekîlê Koma HDPyê Ahmet Yildirimê li Parlamentoyê civîna çapemeniyê li dar xist û got, “Ti bangewaziya me nîne ku piştgiriyê bidin HDPyê, bibin HDPyî. Em bangê dikin ku piştgiriyê bidin polîtîkayên aştiyê.”
22 Çile 2018
Medyaya cîhanê çawa behsa operasyona li ser Efrînê kiriye?
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) sê roj in ku dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Medyaya cîhanê ji dema destpêka operasyonê ve nûçeyan li ser bûyerê amade dikin.
22 Çile 2018
Nivîskar Nûrcan Baysal ji ber “parvekirinên Efrînê” hat desteserkirin
Nûrcan Baysal nivîskara malpera T24ê di çarçoveya wê lêpirsînê de hat desteserkirin ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê derbarê parvekirinên medyaya civakî yên ji bo operasyona Efrînê dabû destpêkirin. Polîsan bi ser mala nivîskar Azîz Tûncî de jî girtin.
22 Çile 2018
Li Amedê 30 kes ji ber parvekirinên medyaya civakî hatin desteserkirin
Piştî ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê derbarê parvekirinên medyaya civakî yên ji bo operasyona Efrînê de lêpirsîn da destpêkirin, 30 kes hatin desteserkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
22 Çile 2018
16 roket li Kilîs û Reyhanliyê ketine
Ji 21ê Kanûna Paşiyê ve, 11 rokêt li navçeya Reyhanliyê ya Hatayê ketine, pênc roket jî li bajarê Kilîsê ketine. Bi rokêtan kesek miriye, 53 kes birîndar bûne.
22 Çile 2018
Roja sêyem a operasyona li ser Efrînê
Li gor agahiyên destkevtî li Ezezê YPG(Yekîneyên Parastina Gelî) û ASA(Artêşa Sûriyeya Azad) dest bi şerî kirine.
22 Çile 2018
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
DYA: Tirkiyeyê beriya operasyonê me agahdar kir; NY wê ji bo Efrînê kom bibe
Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê got ku Tirkiyeyê beriya dest bi operasyona Efrînê bike ew hişyar kirine û agahî dane wan. Li ser bangewaziya Fransayê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtû wê li ser operasyona leşkerî ya li hemberî Efrînê kom bibe.
22 Çile 2018
Rûsya: Amerîkayê îspat kir ku ew nikare hevkariyê bi ti aliyan re bike
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov li ser operasyona Efrînê axivî. Rexne li Amerîkayê kir.
22 Çile 2018
Roja duyem a operasyona Efrînê
Ajansa Anadolûyê ragihand ku ji bo operasyona li ser Efrînê ku Tirkiye piştevaniya wê dike Artêşa Azad a Sûriyeyê dest bi operasyoneka bejayê kiriye.
21 Çile 2018
Kincên wek hev şandin girtîgehên li Amedê
Kamîl Erkût Gure Serdozgerê Komarî yê Amedê got ku kincên wek hev şandine Girtigehên Tîpa D û ya Tîpa E ya Amedê û ew ji bo kincan li girtiyan bikin ew li bende rêziknameyê ne.
19 Çile 2018
Bîranîna Hrant Dînkî: Avê rêya xwe dît
Bernameya yadkirina berpirsê weşana rojnameya AGOSê, Hirant Dînk di 11. salvegera kuştina wî de tê pêaknîn.
19 Çile 2018
Osman Kavalayî ji bo Hrant Dînkî peyamek belav kir
Osman Kavalayî bi munasebeta 11emîn salvegera kuştina Hrant Dînkî bi rêya parêzerên xwe peyamek rê kir: “Guleya ku te, wêrekî û jiyana te ya te bi hezkirinê dijiya me jî bi mînaka nebaşiyê ya xedar ya sawnak re rû bi rû hişt.”
19 Çile 2018
1
...
375
376
377
378
379
...
386
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver