Li Stenbolê, kesekî li ser dîwarê dêreka ermenîyan nivîsên nijadperestane nivîsîne
Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê kesekî li ser dîwarê Dêra Ermeniyan a Surp Takavorî nivîsên nijadperestane nivîsîne û gelaş rijandine ber deriyê dêrê.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê kesekî li ser dîwarê Dêra Ermeniyan a Surp Takavorî nivîsên nijadperestane nivîsîne û gelaş rijandine ber deriyê dêrê.
Li gor nûçeya AGOSê birêvebiriya dêrê ji dîmenên kamerayan qeyd kirîn dîtine ku kesekê nivîs nivîsîne û gelaş rijandine ber deriyê dêrê. Li gor birêvebiriyê heman kes berê çûye rêûrismeka dêrê û belaya xwe li wan daye.
Li ser dîwarî:
“Erziromîyo/ê ev welat yê me ye” hatiye nivîsîn. Birêvebiriya dêrê dîmen teslîmî polîsan kiriye.
Şaredariya Kadikoyê jî daxuyandiye ku ew wê bûyerê şermezar dikin û wan gelaşên li cihê bûyerê paqij kiriye.
(PT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.