Îran | Bavê Mahsa Amîniyê: “Min xwest ez keça xwe bibînim, nehiştin”
BAvê Mahsa Amîniyê, Emcet Amîniyê derbarê kuştina keça xwe de axiviye û ji bo îdiayên ku dibêjin dilê keça wî sekiniye û miriye, gotiye ku ti pirsgirêkên tenduristiyê yên keça wî nebûn. Serokomarê Îranê Reîsiyî bang kiriye û xwestiye "lêpirsîn" bê kirin.