Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî aşkere kiriye ku li Îranê di dema protestoyên li dijî zêdekirina bihayê benzînê, 12 jê zarok herî hindik 304 kes mirine.
Philip Luther, Dîrektorê Lêkolîn û Parastinê yê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur ê Rêxistina Efûyê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û wiha gotiye:
“Rejîma Îranê bi tirsa ku li welêt qetilkirina bi sedan kesên di dema protestoyan de mirine, derkeve holê ji bo pêşiyê li îfadedayîna şahidan bigire dest bi zextan kiriye.
“Li şûna ku vê kampanyeya zextan berdewam bike, divê rayedarên Îranê kesên bi kêfî hatine desteserkirin bê şert û merc û demildest serbest bihêle.
“Gule bera xwenîşandarên bê çek tê kirin”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di dema protestoyan de 12 jê zarok herî hindik 304 kes mirine. Rêxistinê di berdewamiya daxuyaniyê de gotiye ku hêzên ewlehiyê yên Îranê, gule bera xwenîşandarên bê çek daye.
Rêxistinê herî dawî di 2yê Kanûna Pêşiyê de aşkere kiribû ku li Îranê 208 kes di dema xwenîşandanan de mirine.
Rêveberiya Îranê qebûl nake
Cemal Orf, Alîkarê Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Îranê, îdia kiribû ku hejmara Rêxistina Efûyê ya Navnetewî aşkere kiriye, da derbarê xwenîşandaran de ne rast e. (PT/FD)
Fotograf: AA/Arşîv