Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Îranê xwenîşandanên li dijî hovîtiya rejîmê ya zext û zordariyê dike, bêyî ku lawaz bibe, dewam dikin. Di van rojên de ku wê xwenîşandan meha xwe ya duyem li dû xwe bihêlin, saziyên mafparêz ên navnetewî, daxuyaniyeke hevbeş weşandiye. 43 saziyên ku navên wan di bin vê daxuyaniyê de hatiye nivîsandin gotiye, “Li Îranê gelek jin, mêr û zarok di nava metirsiya mirin, seqetkirin, îşkencekirin, êrîşa zayendî û girtinê de ne” û “metirsî heye ku delîlên sûcên giran winda bibin.”
Di daxuyaniyê de saziyan gotinên bavê Mîlan Haghigiya 21 salî bibîr xistiye ku wî gotibû, “Mirov li bendê ne ku NY me û xwenîşanderan biparêze. Ez jî dikarim (dezgehên Îranî) şermezar bikim, hemû cîhan dikare wan şermezar bike lê ev şermezarkirin fêda wê li çi heye?”. Saziyan di dewama daxuyaniyê de gotiye: “Dema çalakiya watedar a ku civaka navnetewî mekanîzmekê ava bike, ji zû de hatiye û kêmek maye ev dem derbas bibe, ew mekanîzmaya serbixwe, bikaribe lêkolînê bike, raporan binivîse û hesaban bide.” Saziyan bi vê gotinê bang li Desteya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê kiriye û xwestiye dest bi kar û baran bike.
Saziyan her weha ji NYyê daxwaz kiriye ku bi lez û bez civîneke taybet saz bike û bila di vê civînê de sûcên cidî yên li gorî hiqûqa navnetewî û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li Îranê bûne, bên nîqaşkirin.
Saziyên ku navên wan di bin daxuyaniyê de hene ev in:
Navenda Mafên Mirovan a Îranê ya Abdurrahman Borumandî
Mafparêz
Li Îranê ji bo hemû kesan mafên mirovan
Rêxistina Efûyê ya Nanetewî
Xala 18ê
Xala 19ê
Arseh Sevom
Komeleay Mafên Mirovan a gelê Azerbeycanê li Îranê (AHRAZ)
Komeleya Mafên Jinan a di Geşepêdanê de (AWID)
Kampanyeya Aktivîstan a Belûciyan
Koma Mafên Mirovan a Belûcistanê (BHRG)
Enstîtuya Lêkolînên Mafên Mirovan a Kahîreyê
Navenda Mafên Mirovan a Îranê
Navenda Piştevanên Mafên Mirovan
CIVICUS
Li dijî cezayê kuştinê bi hev re (Ensemle Contre la Peine de Mort)
FEMEN
Rizgarbûna ji îşkenceyê
Parazvanên xeta pêşiyê
Navenda Berpirsiyariya Parastinê ya Kurewî
Navenda Mafên Mirovan a Kendavê
Haalvsh
Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw
Aktivîstên Mafparê ên Îranê
Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan
Etkî Îran
Komîsyona Hiqûqnaan a Navnetewî
Federasyona Mafên Mirovan a Navnetewî (FIDH)
Beşa Mafên Mirovan a Navnetewî (ISHR)
Mafên Mirovan a Îranê
Navenda Dokumantasyonê ya Mafên Mirovan a Îranê (IHRDC)
Edalet ji bo Îranê
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê – Cenêv (KMKK-G)
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê
Rêxistina Mafên Mirovan Kurdpa
Yekîtiya Parastina Mafên Mirovan a li Îranê
Koma Mîaanê
Koma Mafên Kêmnetewan a Navnetewî (MRG)
Rasank
Weqfa Sîamak Poûzand
6Rang (Tora Lezbiyen û Transseksuelan a Îranê)
Yekîtiya Azadî û Aştiyê ya Navnetewî ya Jinan
Rêxistina li dijî îşkencekirinê ya Cîhanî (OMCT)
(AEK/FD)