Fotograf: Nazan Ozcan / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, di dema Danişîna 77an a Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) de axiviye û behsa kuştina Mahsa Amîniya 22 salî kiriye. Reîsiyî gotiye ku "mirina kesekî/ê ya di dema çavdêriya polîsan de divê bê lêkolînkirin." Civîna NYyê li bajarê New Yorkê yê DYAyê pêk tê.
"Polîsên exlaqpereset" di 16ê Îlonê de bi sedema ku "şerpeya xwe xweşik girênedaye" Mahsa Amînî desteser kiribû. Amînî biribûn qereqolê û rewşa wê li qereqolê nebaş bûbû. Paşê jî miribû.
Di wê demê de ku ji ber kuştina Amîniyê li Îranê xwenîşandan belav dibe Reîsiyê daxuyanî daye. Reîsiyî ew îdiayên ku dibêjin tundkarî li Amîniyê nebûye, dubare kiriye û ji bo xwenîşanderan gotiye, "tiştên ku dikin nayên qebûlkirin". Reîsiyî her weha welatên Rojava jî bi "dirûtiyê" tohmet kiriye.
Tehran û Tebrîz di serî de li gelek bajarên Îranê xwenîşandan dewam dikin û hejmara kesên di encama êrişên polîs û leşkeran de dimirin, zêde dibe.
Televîzyona fermî ya Îranê duh (22yê Îlonê) di nûçeyeke xwe de diyar kiriye ku di encama xwenîşandanan de 17 kes mirine. Li gorî heman daxuyaniyê 3 ji van hêzên emniyetê ne. Lê rêxistina mafparêz a bi navê Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ya navenda wê li Norwêcê ye, gotiye ku hejmara miriyan bi kêmanî 31 e.
"Wan got bataryaya kamerayan nemane"
Li aliyê din ve bavê Mahsa Amîniyê, Emcet Amîniyî derbarê bûyerê de daxuyaniyek daye BBCya Farisî.
Amînî destnîşan kiriye ku destûr nedane ew rapora otopsiyê ya keça xwe bibîne û berê ti pirsgirêkên wê yên tenduristiyê tunebûn. Amîniyî gotiye, şahidan diyar kirine ku keça wê di dema desteserkirina polîsan de hatiye lêdan:
“Kurê min li gel wê bû. Hin şahidan ji kurê min re gotin ku xwişka wî di wesayîta polîsan de û li qereqolê derb kirine.
"Kurê min ji wan lava kir ku keça min desteser nekin, lê derb li wî jî dan û kincên wê çirandin. Min ji hêzên ewlehiyê xwest ku dîmenên kamerayên laş ên li ser wan nîşanî min bidin, lê wan got ku bateryayên kamerayan nemane."
"Di lingên wê de şopên birînan hebûn"
Emcet Amîniyî gotiye, "Min xwest keça xwe bibînim, lê nehiştin ez biçim hundir" û dema xwest rapora otopsiyê bibîne, bijîşk jê re gotiye: "Ez çi bixwazim ez dinivîsim, ne karê te ye."
Amîniyî daye zanîn ku derbarê otopsiyê de malbat nehatiye agahdarkirin. Cenazeyê keça wî yê hatiye kefenkirin bi tenê ji bo diyarkirina nasnameyê wî rû û lingên wê dîtiye: “Di lingên wê de şopên birînan hebûn... Min ji bijîşkan xwest ku li lingên wê binêrin. Ji min re gotin ku ew ê li sedema birînê binêrin, lê qet telefon nekirin... Guh nedan min. Niha jî derewan dikin."
Midûrê Giştî yê Saziya Tiba Edlî ya Tehranê Mehdî Farûzeşî di daxuyaniya xwe ya berê de gotibû, "Li ser û rû tu şop nîne, li derdora çavan şopa birînan nîne û hestiyê serê wê nederiziye."
"Pirsgirêka wê ya tenduristiyê tune bû"
Emcet Amîniyî her wiha îdiayên ku dibêjin pirsgirêkên tenduristiyê yên keça wî hene û dibe ev bûbe sedema mirina wê jî red kiriye:
"Ew derewan dikin. Di jiyana xwe ya 22 salan de ji bilî çend caran serma girtiye, qet neçû nexweşxaneyê. Nexweşiya wê tune bû, qet emeliyat nebû."
Rayedarên Îranê derbarê mijarê de daxuyanî dane û diyar kirine ku Amînî ji ber nexweşiya dil jiyana miriye. (SD/FD)