Tony Evers, Waliyê Wisconsinê ji ber xwenîşandanan rewşa awarte ragihandibû û dema qedexeya derketina derve dirêj kiribû. Digel vê rewşê xwenîşandan dewam dikin û xwenîşandan li ber dadgeha Kenoshayê kom bûne.
Polîsan bi guleyên plastîk û xaza rondikrêj avêtine xwenîşandanan û ji bo wan belav bikin wesayitên xwe ajotine ser wan.
Xwenîşandanan li dijî polîsan “jiyana reşikan girîng e” berz kirine.
Çi bûbû?
Li Kenoshayê, bajarê eyaleta Wisconsinê roja yekşemê polîsan gela bera Jacob Blake-î dabûn û ew bi giranî birîndar kiribûn.
Bavê Blake-î ji çapemeniyê re gotibû kurê wî bi 8 guleyan hatiye birîndarkirin û ew felç bûye.
Li ser medyaya civakî vîdeoyek hatibû parvekirin ku tê de dihat dîtin bê ka polîsan çawa gule rê reşandine.
Hatibû diyarkirin ku dema polîsan gule bera Blake-î dane her sê zarokên wî di wesayitê de bûn.
Polîsan di daxuyaniya xwe de gotibûn ku “ji ber rûdaneke din ava malê de” ixbar ji bo wan hatiye û ew çûne mala Blake-î.
Hin şahidan ji çapemeniyê re gotibûn ku du jinan nîqaş dikir û Blake-î hewl dida wan ji hev biqetîne û di wê demê de polîs hatine.
Di meha gulanê de li bajarê Minneapolisê yê Eyaleta Minnesotayê de polîsan George Floydê afro amerîkî kuştibûn. Ji ber kuştina Floydî li welêt zêdetirî mehekê xwenîşandan pêk hatibûn. (FD)
*Çavkanî û Fotograf:AA