Li bajarê Kerbelayê ku dikeve başûrê Iraqê, gelek xwepêşandêran xwestine ku têkevin avahiya Meclisa Bajêr û xirecir çêbûye. Hat gotin ku di xirecirê da birîndar çêbûne.
Ji polêsên Kerbelayê Ustegmen Hanî el-Heyderî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xwepêşandêran duh bişev xwestin ku cara duyem têkevin avahiya Meclisa Bajêr.
Heyderî diyar kiriye, hêzên asayîşê xwestin ku pêşî li xwepêşandêran bigrin û xirecir derket, hin kes birîndar bûn.
Ji bo ku xwepêşandêr nekevin avahiyê, li der û dora wê bloqên bêton hatin danîn.
Li Wilayeta Musennayê jî Walî Ehmed Menfî Cewde daxuyanî da û got ku li wilayetê dibistan 3 rojan hatin tetîlkirin, lê li ser sedema tetîlê agahî neda.
Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin û di van xwepêşandanên ku 1ê cotmehê dest pê kirin da heta niha ji 350î zêdetir kes hatin kuştin, ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Bexda di serî da di çalakiyên ku li bajarên din ên Iraqê dewam dikin da ji ber bandora Îranê ya li ser welêt jî bertek tên nîşandan.
(MB)
* İbrahim Atmaca/AA