Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe a Bilind a Iraqê di 15ê Çiriya Pêşîn da gotibû aktîvîst Saîr Kerîm et Teyîb û Elî Hemze el-Medenî, bombeyeke ku di wesayîta wan de hatibû bicihkirin teqiya ye û birîndar bûne.
Aktivîst Teyîbê ku giran birîndar bûbû îro di nexweşxaneya lê dihat dermankirin, miriye.
Piştî mirina Teyîbî komeke xwepêşandêran buroya Partiya Doza Îslamî, buroya Tevgera Hikmeta Neteweyî û buroya Asaîv Ehlîl Heq şewitandine û bang kirine ku rêyên sereke yên Bexdayê bên girtin.
Çavkaniyên ewlehiyê gotin, rêya Mihemed el Qasim ji hêla xwepêşandêran va hatiye girtin.
Li bajarê Necefê jî hin rê hatin girtin
Endamê Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe a Bilind a Iraqê Alî Bayatli di 22yê Çiriya Pêşîn de aşkeri kiribû ku di xwepêşandan de 26 çalakvan bi suîkastan hatine kuştin. Xwepêşandan roja 1ê Çiriya Pêşîn dest pê kiribûn.
Serokwezîrê Iraqê yê berê Adil Ebdulmehdiyê di 29ê Çiriya Paşiyê de îstifa kir diyar kiribû ku hêzên ewlehiyê dema midaxaleya xwepêşandêran dikin guleyên rastîn dixebitînin.
Wezîrê Parastinê yê Iraqê Necah eş-Şammarî jî di daxuyaniya xwe ya 15ê Çiriya Paşiyê de kiribû gotibû aliyê sêyemîn ji ber mirina xwepêşandêran berpirsyar e û derbarê nasnameya aliyê sêyemîn da tu agahî nedabû.
Xwepêşandanên li Iraqê
Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin û di van xwepêşandanên ku 1ê cotmehê dest pê kirin da heta niha 460î zêdetir kes hatin kuştin, ji 19 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Di xwepêşandanan da 2 hezar û 700 çalakvan hatin girtin û paşê hatin berdan. Lê hê jî 107 xwepêşandêr girtî ne.
Serokwezîrê Iraqê yê berê Adil Ebdulmehdî ji ber van xwepêşandanan di 29ê mijdarê da mecbur mabû ku îstifa bike. (FD)