Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR) aşkere kiriye ku di xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Mahsa Amîniyê dest pê kiriye de, ji ber midaxeleya hêzên ewlehihê, heta niha 342 kes mirine. Hejmara kesên biryara darvekirinê ji bo wan hatiye dayîn jî derketiye 5an.
"Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li seranserê Îranê, xwenîşandan dest pê kiribûn.
Temenê 43 ji wan di jêr 18an de ye
Navenda IHRyê li Norwêcê ye û vê saziyê li ser malpera xwe rapora xwe weşandiye. Di vê raporê de daneyên nêzîkî 60 rojî hene.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji 31 eyaletan daneyên 23 eyaletan di raporê de hatine weşandin. Li gorî raporê, herî zêde li Sistan-Belûçîstanê ya suniyan mirov hatine kuştin.
Li eyaleta Sistan-Belûçîstanê 123, li Tehranê 39, li Mazenderanê 33, li Kurdistanê 32, li Gîlan û Azerbaycana Rojava 23, li Kirmanşanê 14, li Elborzê 15, li her yek ji Hûzîstan û Horasan-i Rezeviyê 5, li her yek ji Îsfahan û Zencanê 4, li her yek ji Navendî û Loristanê 3, li her yek ji Qezvîn, Kohgilûye-Bûyer Ahmedê, Azerbaycana Rojhilat, Erdebîl, Îlam, Bûşehr û Hemedanê du, li her yek ji Sînman û Kirmanê jî kesek miriye.
Temenê 43 kesên ku mirine, di jêr 18an de re ye, 26 ji wan jî jin in.
Rapora ku IHRyê di 11ê Çiriya Paşiyê de weşandiye, diyar kiriye ku di xwenîşandanên piştî kuştina Aminiyê dane destpêkirin de heta niha 304 xwenîşander hatine kuştin. Zêdetirî 40 ji hêzên ewlehiyê jî mirine. (EMK/FD)