Li paytextê Iraqê Bexdayê berî "xwepêşandana bi milyonan" ku tê çaverêkirin serê sibehê dest pê bike, tedbîrên ewlekariyê hatine wergirtin.
Di serî da Kerbela û Necef bi sedan kesên ji parêzgehên li naverast û başûrê welêt ji bo ku beşdarî xwepêşandanê bibin hatine Bexdayê.
Herwiha li Bexdayê li Herêma Kesk ku dem û dezgehên hikûmetê lê ne, tedbîrên ewlekariyê yên zêde hatine wergirtin. Dîsa li dewrûbera herêmê gelek esker jî nobetê digirin.
Herwisa li paytextê hejmara xalên kontrolê yên eskerî jî zêde bûn.
Berî "xwepêşandana bi milyonan" ku tê çaverêkirin ku li Qada Tehrîrê ya li navenda Bexdayê were lidarxistin, di bangewaziyên sazkarên xwepêşandanê da hat destnîşankirin ku bira protesto aştiyane bi rê va biçin û herwiha rêya ku diçe Herêma Kesk jî neyê girtin û zehmetî neyê derxistin.
Ji serokê milîsên Şîe daxuyaniya "hejmara miriyan dê zêde bibe"
Qeys Xezeliyê SerokêTevgera Asayîb Ehlêheq a girêdayî Heşda Şabiyê di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniyê da diyar kir ku dixwazin bi rêya xwepêşandanên girseyî li Bexdayê kaosê derxin û lewma jî heger ev yek bibe, hejmara miriyan jî dê zêde bibe.
(MB)
*Çavkanî: Önder Beyter/AA