TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MEDYA
Rûpela 16
RSFyê lîsteya “Dijminên Azadiya Çapemeniyê” aşkere kiriye: Erdogan jî tê de ye
Rojnamegerên Sînornenas Recep Tayyîp Erdoğan careke din xistiye lîsteya “Dijminên Azadiya Çapemeniyê.”
5 Tîrmeh 2021
Dozgerî xwestiye dadgeh ceza li rojnamegeran bibire
Di doza Rojnameya Ozgur Gundemê de dozgerî bi îdiaya ku li ber karê desteserkirinê yê polîsan bûne asteng, xwestiye 22 rojnameger werin cezakirin.
1 Tîrmeh 2021
Dadgehekê 2 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Hakki Boltanî biriye
Bi îdiaya ku “heqaret li Erdogan û Davûtoglûyî kiriye” 12. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 2 sal û 17 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Hakki Boltanî biriye.
29 Hezîran 2021
Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan çalakî li dar xistin
Rojnameger li ber avahiya Walîtiya Stenbolê hatin ba hev û ji ber tundkarî li hempîşeyên wan Bulent Kiliçî kirine û ew desteser kirine, bertek nîşanî polîsan dan. Kiliçî got: “Polîsê pê li stûyê min kir hê jî li ser kar e, kî ji me xwe di nava ewlehiyê de dibîne?”
29 Hezîran 2021
Hikmet Adal
“Tundkariya polîsan a li dijî rojnamegeran qebûl nabe”
Sarah Clarke, rayedara Article 19ê gotiye, “Rayedarên Tirkiyeyî ji bo civaka sivîl a li welêt bifetisîne, tundkariyeke zêde bikar tînin. Divê tundkariya polîsan a li dijî protestoyên aştîyane bidawî bibe. Civaka navnetewî li cem xwenîşandarên Stenbolê ye ku li dijî bêdengiyê derdikevin.”
29 Hezîran 2021
“Li Emniyetê me pê derxist ku rojnameger e”
Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê li ser girtina Bulent Kiliç, nûçegîhanê fotoyên nûçeyan yê Agence France Press (AFP) yê daxuyaniyek weşandiye. Kiliç dema Meşa Rûmetê dişopand, polîsan tundî lê kiribûn û ew desteser kiribûn.
28 Hezîran 2021
Ji ber çalakiya Şenyaşaran şopandiye, polîsî gef li rojnamegerî xwariye
Polîsî destûr nedaye ku Emrûllah Acar, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê çalakiya malbata Şenyaşarî bişopîne. Polîsî bi gotina “Tu nikarî bikişîne kurê min. Neaxive, neaxive” û ew asteng kiriye.
23 Hezîran 2021
Polîsên tundkarî li rojnameger Beyza Kûralê kiribûn, hatine dadgehkirin
Di danişîna yekem a dadgehkirina polîsên tundkarî li rojnameger Beyza Kûralê kirine, gotinên polîsan hev negirtiye.
23 Hezîran 2021
Dadgehkirina rojnameger Aykol û Çapanê wê 3yê Çiriya Paşiyê dewam bike
Heyeta dadgehê biryar girtiye ku li bendî zeftkirina Hasan Başak û Kemal Yakûtî bisekinin û dadgehkirin di 3yê Çiriya Paşiyê de dewam bike.
22 Hezîran 2021
Li Samsûnê êrîşî rojnamegerekî kirine
Rojnameger Îbrahîm Akkûşî di nûçeyên xwe de behsa kêmasî û şaşiyên miteahitî yên di çêkirina newxeşxaneya dewletê de kiriye. Xebatkarên şîrketa ku nexweşxane çêkirine, êrîşî rojnamegerî kirine.
22 Hezîran 2021
RSF: Tirkiye ji bo rojnamegeran bêdeng bike qanûna terorê bikar tîne
Rojnamegerên Sînornenas li Tirkiyeyê lêkolîna dadgehkirinên 12 rojnamegeran kiriye û gotiye ku “rojnamegerên ji bo berjewendiyên civakê lêkolînan dikin bi dozên terorê tên tacîzkirin.”
16 Hezîran 2021
Dadgehekê, ji ber "Operasyona Efrînê" cezayê girtîgehê li rojnamegerekî biriye
10em Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ji ber nûçeyeke wî ya derbarê “Operasyona Efrînê” de sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Ozan Kaplanoglûyî biriye.
11 Hezîran 2021
Pêvajoya serlêdanê ya ji bo "Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anterî" dest pê kiriye
Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anterî û Şehîdên Çapemeniya Azad wê cara 28em werin dayîn. Jurî wê di 5 beşan de xelatan bidin.
11 Hezîran 2021
Dadgeha Îstînafê biryara beraetê ji bo rojnameger Temîzkanê daye
Dadgeha Îstînafê, biryara dadgeha herêmî ya derbarê rojnameger Sabîha Temîzkanê de qebûl nekiriye. Temîzkanê ji ber ku di tweeteke xwe de gotibû, “Kampa Mexmûrê ketiye destê DAIŞê…” dadgeheke herêmî sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî bû.
9 Hezîran 2021
Hikmet Adal
Melîke Aydin, nûçegîhana JinNewsê beraet kiriye
Şahidên veşarî di danişînê de gotine ku ew Aydinê nas nakin. Dozgerî ji ber kêmbûna delîlan xwestiye ku beraet bibe.
9 Hezîran 2021
Rojnameger Hafiz Akdemîr li kolana ku lê hatiye qetilkirin yad kirine
Rojnameger û malbata Hafiz Akdemîr, nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê li Amedê, li wê kolana ku lê hatiye qetilkirin, ew yad kirine.
8 Hezîran 2021
Piştî 7 mehan diyarbûye ku 2 rojnameger mirine
Li herêma Kelbecerê ya ku Ermenistan jê paşve kişiyabû, di encama teqîna bîmeyekî antî tankî de rojnameger Sîraj Abyshev û Maharram Ibrahîmov mirine.
7 Hezîran 2021
Rojnameger Abdûrrahman Gok hatiye dadgehkirin
Parêzer Mehmet Emîn Aktarî gotiye, rojnameger Abdûrrahman Gokî ji ber fotografên dema kuştina Kemal Kûrkûtî kişandine ew tê dadgehkirin.
3 Hezîran 2021
Cezayê girtîgehê yê nû li Jîmmy Laî, patronê medyayê hatiye birîn
Jîmmy Laî, patronê medyayê yê Hong Kongî di sala 2019an de ji ber ku tevlî xwepêşandanekî bêdestûr bûye 14 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
28 Gulan 2021
Di çar mehên vê salê de 213 rojnameger hatine dadgehkirin
Li gorî rapora Rojeva Azadiya Xweîfadekirinê û ya Çapemeniyê ya Expression Interruptedê di çar mehên destpêkê yên sala 2021an de 213 rojnamger hatine dadgehkirin. 57 sal û 10 meh cezayê girtîgehê dane 20 rojnamegeran. Lêpirsînnameyên nû ji bo herî hindik 14 rojnamegeran amade kirine.
27 Gulan 2021
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Rojnameger Mehmet Aslan serbest bûye
Mehmet Aslan, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê ku bi awayekî girtî dihat dadgehkirin, di danişîna yekem de hatiye berdan.
26 Gulan 2021
Rêxistinên rojnamegeran: Êdî her kî bêdeng bimîne wê bibe şirîkê sûcdaran
Piştî îdiayên ku Sedat Pekerî anîn ziman, TGS, RSF û DISK Basin-Îşê daxuyanî dan. TGSyê gotiye ku “wî berî bikişînin bila dîwar hilweşe”, “Basin-Îşê gotiye, “Êdî herkesê/a ku bêdeng bimîne wê bibe şirîkê sûcdaran”, RSFyê jî gotiye, “Divê lêpirsîna gotinên Pekerî were kirin.”
24 Gulan 2021
Dadgehekê du malperên JinNewsê asteng kiriye
Dadgeha Silh û Cezayan a 4em a Amedê du malperên JinNewsê asteng kiriye.
22 Gulan 2021
DMMEyê di doza RedHackê de ceza daye Tirkiyeyê
DMMEyê gotiye ku “azadiya xweîfadekirinê û ya çapemeniyê” ya rojnameger Mahir Kanaat û Tunca Ogretenî hatiye binpêkirin. Maîlên Berat Albayrakî hatibûn hackkirin û Ogreten û Kanaatî naveroka wan maîlan kiribû nûçe. Ji ber vê jî hatibûn girtin.
18 Gulan 2021
Dozgeriyê dozekî nû li Denîz Yucel vekiriye
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê Denîz Yucel, nûçegîhanê Die Weltê de bi tohmeta ku “Dewleta Komara Tirkiyeyê, hukumeta wê, dezgehên dadê û dezgeha emniyetê ya dewletê piçûk xistiye” îdianame amade kiriye.
12 Gulan 2021
Kesekî êrişî Rojnameya Îstiklalê kiriye
Kesekî êrişî Rojnameya Îstiklalê kiriye û ji Huseyîn Arîf Çakmak, Berpirsê Weşanê yê Rojnameyê 2 mîlyon Lîreyê Tirk xwestiye.
12 Gulan 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Twîtterê, hesabê ku daxuyaniyên Trump diweşand jî asteng kiriye
Twîtterê pêştir hesabê Donald Trump, Serokê berê yê DYAyê daxistibû. Niha jî hesabê ku daxuyaniyên wî diweşand asteng kiriye.
7 Gulan 2021
Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê cezayê rojnamegeran pesend kiriye
Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê cezayê rojnameger û çalakvanên Behdînanê pesend kiriye. Komîteya Parastina Rojnamegeran bang li Hikûmeta Herêmê kiriye ku rojnamegeran serbest berde.
7 Gulan 2021
Rojnamegera ku di 1ê Gulanê de hatibû astengkirin giliyê polîsan kiriye
Ozge Uyanik, nûçegîhana Yol TVyê ya ku polîsan di 1ê Gulanê de bi sedema rêbernameya Emniyetê ew asteng kiribûn, îro girilê polîsan kiriye.
5 Gulan 2021
DFG: Ne pêkan e em behsa azadiya çapemeniyê bikin
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê di daxuyaniya xwe de gotiye ku di meha Nîsanê de polîsan 9 rojnameger desteser kiriye û 60 rojnameger hatine dadgehkirin.
5 Gulan 2021
Li dijî rêbernameya Emniyetê kampanyayek destpê bûye
Dokumanterîst, aktivîst, rojnamger û fotografvanên dokumanteran gotine ku ew rêbernameya emniyetê qebûl nakin ku kişandin an jî girtina dîmenan di dema çalakiyan de qedexe kiriye.
4 Gulan 2021
Hejmara çaran a Kovara Bernamegehê derketiye
Di vê hejmarê de Occo Mahabadî li ser Dîroka Mewlûdên Zazakî, Hesenê Metê çîroka bi navê “Xezeba Xwedê” û Mistefa Aydoganî li ser Helebceyê nivîsandiye.
3 Gulan 2021
1
...
14
15
16
17
18
...
25
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver