Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûçegîhan Peter R de Vrîes bi xebatên xwe yê li ser aşkere kirina mafyaya Hollandayê tê zanîn. Roja Sêşemê li kolanekî Amsterdamê Peter R de Vrîes rastî êrişa çekdarî hatiye û bi giranî brîndar bûye.
Polîsan gotiye, “"Peter R de Vries, li kolana Lange Leidsedwarsstraatê rastî êrişa biçek hatiye.”
Pênc gule berdaye ser û laşê rojnamegerî
Rojnameya Het Paroolê gotiye li gorî şahîdên heyî yên bûyerê Vrîes 5 gule li laş û sere xwe de xweriye.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de hatiye belavkirin, êrişkarekî ku nasnameya wî ne diyare dema Vrîesê 64 salî di saet 19:30(17:30 GMT) studyoya TVyê derdikeve li meydana Leîdsepleînê ew kiriye armanc. De Vrîes kêliyekî pêş êrişê tevlî weşana zindî bûye.
Mark Rûtte, Serokwezîrê Hollandayê piştî ku bi polîs û rayedarên tekoşîna bi terorê re civiyaye, civîna çapemeniyê pêk aniye.
Mark Rûtte gotiye, êriş li dijî azadiya çapemeniyê û rojnamegerekî bi wêrek pêk hatiye.
Femke Halsema Şaredarê Bajarî Vrîes weke qehremanekî netewî bi nav kiriye.
(PT/AY)