Meksîkayê destûr daye ku 124 rojnamegerên Afganî biçin welatê wan
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meksîkayê daxwaza penaberiyê ya 124 rojnamegerên afganî tevlî zarokên wan qebûl kiriye.
Marcelo Ebrard, Wezîrê Karûbarên Derve yê Meksîkayê û heyetekê li gel wî rojnameger li Meksîkoyê, li balafirxaneyê rojnameger û malbatên wan pêşwazî kiriye. Di nava wan rojnamegeran de yên ji bo The New York Timesê kar dikin jî hene.
Recibí a reporteros y miembros del staff local de diversos medios que han solicitado visas humanitarias a México con motivo de los últimos sucesos en Kabul, Afganistán. Llegaron con sus familias, 124 personas en total incluyendo menores de edad, luego de 20 horas de vuelo : pic.twitter.com/8Qr27zxr92
— Marcelo Ebrard C. (@m_ebrard) August 25, 2021
Meksîkayê di 25ê Tebaxê de aşkere kiribû ku wê 5 welatiyên jin ên afganî yên xelatên wan ên navnetewî hene qebûl kiriye.
Christophe Deloire, Sekreterê Giştî yê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) jî biryara hikûmeta Meksîkayê bi kêfxweşî pêşwazî kiriye. (HA/FD)