Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Berîtan Canozera ku di 13ê Tebaxê de di serdegirtinên malan de hatibû desteserkirin, serbest bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Serdozgeriya Komarî ya Amedê bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî, derbarê 88 kesan de bi îdiaya ku "propagandaya rêxistinê kirine" biryara desteserkirinê dabû. Li bajêr di 13ê Tebaxê de polîsan bi ser 104 malan girtibû. Di serdegirtinên malan de nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer û rojnamevan Kadîr Bayram jî di nav de 58 kes hatin desteserkirin.
Ji ber biryara nepenî, hûrguliyên lêpirsînê bi dest parêzeran neketine û 58 kes 4 roj in li Midûriyeta Polîsan a Amedê desteserkirî ne.
Berîtan Canozer, nûçegîhana JinNewsê piştî îfadeya ku li emniyete daye, serbest bûye.
Navên kesên ku li midûriyeta polîsan desteserkirî ne ev in:
"Kadîr Bayram, Ferhat Azan, Gulîstan Yilmaz, Umît Akbiyik, Çetîn Temel, Rojîn Varhan, Serhat Sonmez, Kadrî Şîmşek, Aytaç Eles, Sohbet Yildiz, Dîcle Ayaz, Mûstafa Kûrt, Osman Karaaslan, Baver Onerari, Umît Akpinar, Mehmet Alî Tekmîr, Mehmet Noyan, Ozlem Oncel, Zîlan Dag, Mehmet Emîn Fîrak, Mehmet Emîn Gurcu, Abdûllah Çapraz, Haci Tahîr Faziloglû, Zemîrhan Yilmaz, Mehmet Kûrt, Osman Karaaslan, Yusuf Ateş, Mazlûm Çîçek, Metîn Şengul, Yakûp Malçok, Mûstafa Kolakan, Mehmet Atik, Mehmet Selam Balta, Îsa Ûzûnboy, Nadîr Karakoç, Erkan Eren, Eyup Orak, Kerem Çetîn, Suleyman Varlû, Mazlûm Kardaş, Suleyman Bayram, Şîrîn Aslan, Mûhammed Bozkir, Sedat Aydin, Berat Otûrmak, Kemal Guneş, Serhat Ataş, Firat Ûlûişik, Ahmet Aladag, Rehber Demîr, Mehmet Aydin, Cahît Îganli, Ûmût Tûrsûn, Diyar Orak.”
(KO/AY)