8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Rojnameger Hîkmet Tûnçê hatiye birîn
Hîkmet Tûnç, nûçegîhana Wanê ya JinNewsê bi iddiaya ku di nûçeya xwe de heqaret li Erkan Savar, qeyyûmê Şaredariya Bêgiriyê kiriye, dihat dadgehkirin. Dadgehê 8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Tûnçê biriye.

Fotograf: JinNews
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Hîkmet Tûnç, nûçegîhana Wanê ya JinNewsê bi iddiaya ku di nûçeya xwe ya bi navê “rûxandine û wenda bûne” de heqaret li Erkan Savar, qeyyûmê Şaredariya Bêgiriyê kiriye, dihat dadgehkirin. Dadgehê cezayê girtîgehê li Tûnçê biriye.
Dadgeha Cezayê Esliyê ya Bêgiriyê 8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Hîkmet Tûnçê biriye.
JinNewsê diyar kiriye ku dadgehê pêş biryarê îfadeya nûçegîhana wan negirtiye.
(KO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.