Dadgehên Antalya û Amedê malperên Rojnameya Welat û Ajansa JinNewsê asteng kirine.
Malpera Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINNEWS) ku li Tirkiyeyê weşanê dike cara 32emîn û malpera Rojnameya Welat a ku li Ewropayê weşanê dike jî cara 2yemîn hatine astengkirin.
Rojnameya Welat ji aliyê 6em Dadgeha Cezayê Sulhê ya Antalyayê ve hatiye astengkirin. JinNews jî ji aliyê 1em Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê ve hatiye astengkirin.
Derbarê JinNewsê de
25ê Îlonê ya 2017yê dest bi weşanê kir û bi Tirkî, Kurmancî, Zazakî, Erebî û Ingilîzî nûçeyan belav dikin.
Edîtor û nûçegîhanên jin li JinNewsê kar dikin û nûçeyan bi perspektîfa jinan çêdikin.
15 saziyên çapemeniyê di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016yê de di encama KHKyê ya hejmar 675ê de hatibûn girtin ku JINHA yekem ajansa nûçeyên jinan a Tirkiyeyê bû. Di meha Kanûna Pêşiyê ya 2016yê de bi heman armancê Rojnameya Şûjinê dest bi weşanê kiribû. Şûjin jî 25ê Tebaxê ya 2017yê bi KHKya hejmar 693yê hatibû girtin.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê