Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistinên rojnamegeran tevlî rojnameger Erdem Şahin, Fatih Erdogan, Bulent Kiliç, Kubra Koklu, Yasin Akgul, Emre Orman, Ozan Acidere û Zeynep Kûrayê giliyê polîsan kiriye.
Polîsan li Kadikoya Stenbolê di dema bîranîna Qetlîama Pirsûsê de tundkarî li rojnamegeran kiribûn.
DISK Basin-Îş, Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) li Çaglayanê, li ber avahiya Edliyeya Stenbolê hatine ba hev û li vir tundkariya polîsan li rojnamegeran kiriye, protesto kirine. Rojnamegeran di dema çalakiyê de pankarta ku li ser wê nivîsa “Em nikarin bêhnê bistînin, nikarin rojnamegeriyê bifetisînin” vekirine.
Rojnamegeran her weha fotografên ku dema tundkariya polîsan li wan kiriye bilind kirine.
Rojnamegeran û saziyan di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku polîsan “bi zanebûn ew birîndar kirine”, “eziyet li wan kirine, “zadiya kar û karkirinê binpê kirine”, “zerar dane kelûpelan” û “erka xwe ji bo tiştên xirab bikar anîne” û xwestine lêpirsîn ji bo wan bê kirin.
Rojnamegeran û saziyên rojnamegeran di heman demê de ew fotograf û vîdeo jî pêşkêşî dozgeriyê kirine ku di dema tundrakiya polîsan li rojnamegeran dikir, hatine girtin. Di daxwaznameyê de rojnamegeran xwestiye ku polîsên tundkarî li wan kirine werin tespîtkirin û lêpirsîna wan were kirin. (HA/FD)