TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
JIYAN
Rûpela 15
Li Amedê delav miçiqîne, pez û dewar bê av mane
Ji ber krîza îklîmê û bi destê mirovan, ji 170 delavan bi dehan delav li Amedê miçiqîne. Yên av tê de hene jî li ber miçiqînê ne.
8 Îlon 2022
Li Mêrsînê daristan hîna jî dişewite | Di rojekê de agir bi 13 daristanan ketiye
7ê Îlonê roja Çarşemê, ji bilî yên li Gulnar û Somayê, li 11 cihên din agir bi daristanan û 9 çoltaran ketiye. Wezareta Daristanan li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye û gotiye ku ji bilî ya li Gulnar û Somayê, yên din di bin kontrolê de ne.
8 Îlon 2022
Somalî: Li navendên xwedîkirinê îsal 730 zarok mirine
Navendên xwedîkirinê xizmetê ji zarokên ku bi kêmxwariniya giran a akût û her weha nexweşiyên wek sorik, kolera û ta pê re hene dike.
7 Îlon 2022
Mêran di meha Tebaxê de 31 jin kuştine
Mêran tundkarî bi kêmanî li 79 jinan kiriye, bi kêmanî 12 zarokên keç û kur îstîsmar kiriye, tacîz bi kêmanî li 13 jinan kiriye, şeş jin neçarî karkeriya seksê kirine.
7 Îlon 2022
Evrim Kepenek
Gokhan Yildirimê ku rojiya mirinê digire, tehliye bûye
Gokhan Yildirim ji bo ku bi rengekî adil were dadgehkirin, 255. roj in rojiya mirinê digire. Yildirim duh tehliye bûye. Piştî ku bê dermankirin û rewşa wî baş bibe, wê dîsa bê girtin û wî bişînin girtîgehê.
6 Îlon 2022
Bax û baxçeyên li Amedê ji ber kanzayê hişk bûne
Xebatên kanzayê yên ku ji aliyê Olmez Madencîlîkê ve li Pîrana Amedê tên kirin jiyana hemû zindiyan dike bin xeteriyê. Şêniyên herêmê gotine, ji ber kanzayê nikarin ti berheman bi dest bixin.
5 Îlon 2022
Jinan pankarta "Bila Aysel Tûglûk serbest bibe" bi Pira Malabadî ve daliqandiye
Jin ji bo balê bikişînen ser rewşa Ayşe Tûglûka ku bi nexweşiya demansê ye û ji bo serbest bibe, çalakiyek li dar xistiye.
1 Îlon 2022
Li Konyayê di navbera du malbatan de şer derketiye: 2 kes hatine kuştin
Li navçeya Karatay a Konyayê di navbera du malbatan de şer derketiye û di encamê de 2 kes hatine kuştin.
31 Tebax 2022
"Yek ji sedemên zihabûna Gola Ûrmiyeyê çêkirina bendavan e"
Ji sedî 95ê Gola Ûrmiyeyê ziha bûye. Ji ber zihabûnê habitata gîha û ajalên li golê jî din ava xetereyê de ne.
31 Tebax 2022
Mîxaîl Gorbaçov, serokê dawî yê Yekitiya Sovyetan miriye
Mîxaîl Gorbaçov, serokê dawî yê Yekitiya Komarên Sosyalîst yê Sovyetan di 91 saliya xwe de miriye. Gorbaçov ji ber pirsgirêka gurçikan derman dibû û bi saya hemodiyalîzê jiyana xwe didomand.
31 Tebax 2022
Girtiyê nexweş Nevzat Çapkin miriye
Cenazeyê Çapkinî li Goristana Yenikoyê hatiye şuştin û paşê jî li Taxa Hacireşî ya Farqînê bin ax kirine.
31 Tebax 2022
Reyhan Abdî ya ji Rojavayê tevî pitika xwe ya 2 mehî hatine girtin
Şaxa OHDê ya Stenbolê diyar kiriye ku biryara girtinê ne hiqûqî ye û gotiye, "Em biryarê qebûl nakin."
30 Tebax 2022
Alî Koçê 15 salî ji înşaatê ketiye û miriye
Alî Koç li Sîlîvriyê ji tebeqa 6ê ya înşaatekê ketiye û miriye. Koç ji bo kar ji Gundê Sevîndîkê yê Wanê hatiye Stenbolê. Li gorî rapora Meclîsa ISIGê, di neh salan de 57 zarok di înşaat û karên çêkirina rêyan de mirine.
29 Tebax 2022
Zarokekî 13 salî di Çemê Firatê de fetisiye
Cesedê Alî Mûhammedê 13 salî yê sûriyeyî ji bo otopsiyê birine morga Tiba Edlî.
29 Tebax 2022
Li Pakistanê ji ber barana zêde hejmara miriyan derketiye 1033yan
Li Pakîstana ku ji ber barana mûsonê rewşa awarte ya neteweyî hatibû ragihandin, di 24 saetên dawî de 119 kes mirine.
29 Tebax 2022
"Di rêya çûn û hatina STEyê de, 4 rojan xwarin nedane girtiyê nexweş Bazo Yilmazî"
Bi notên girtiyê nexweş Bazo Yilmazî de derketiye holê ku sal û nîvek berê dema ew birine Saziya Tiba Edlî, di rê de, çar rojan xwarin nedane wî. Yilmaz di 18ê Tebaxê de li Girtîgeha Rihayê miribû.
29 Tebax 2022
HDPyê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Pişkîneriya Dewletê daye
Daniş-Beştaş û Kûrtûlana HDPyî ji bo Aysel Tûglûka bi nexweşiya demansê ye tehliye bibe, serî li Saziya Pişkîneriya Dewletê daye.
26 Tebax 2022
COVID-19 | Di sala 2022an de hejmara kesên mirine ji mîlyonî derbas bûye
Ghebreyesus, Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, ragihandiye ku ji mehên dawîn ên sala 2019an û vir ve ku pandemiya COVID-19 derketiye, li cîhanê 6,45 mîlyon kes ji ber vîrûsê mirine. Li Tirkiyeyê 100 hezar û 400 kes ji ber Covîd-19ê mirine.
26 Tebax 2022
"Di êrîşên asmanî de li Bakurê Sûriyeyê 40 zarok mirine yan jî birîndar bûne"
Save the Childrenê di rapora xwe de diyar kiriye ku, roja 24ê Tebaxê li Til Rifatê di encama êrîşekê de bi kêmanî 2 zarok birîndar bûne.
26 Tebax 2022
Li Kîlîsê karkerekî zarok ji înşaatê ketiye û birîndar bûye
Zarokê 14 salî ji jor de ketiye û ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê. Li gorî zanyariyan birîna zarokî xedar e.
25 Tebax 2022
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Weşanxaneya Nayê pirtûka zarokan a bi navê Doktor Jîjo çap kiriye
Pirtûka bi navê Doktor Jîjo ya ku weşanxaneya Nayê çap kiriye ji aliyê nivîskar Siya Sîtavê ve hatiye amadekirin. Doktor Jîjo ji bo zarokên 4 salî heta 6 saliyan ne. Wêneyên wê Merve Tunçê çêkirine.
25 Tebax 2022
HDP: Bi êrişên SIHAyan 8 zarok mirine û 24 zarok jî birîndar bûne
Hevserokê Komîsyona Zarokan a HDPê Kaçmaz diyar kiriye ku divê Wezareta Karên Derve û Wezareta Parastinê ya Neteweyî têkildarî zarokên ku ji ber êrîşên mirine daxuyaniyekê bidin. Her weha destnîşan kiriye ku divê berpirsyarên vî sûcî bên eşkerekirin.
24 Tebax 2022
“Bi hevkariya cerdevanan gundê me şewitandin”
Gundiyên Gundikremo yê Şirnexê li dijî biryara destdanîna mal û milkên xwe derketibûn. Ji ber vê, lêpirsîna wan tê kirin.
24 Tebax 2022
Meteorolojiyê ji ber ba, bahoz û bablîsokê hişyarî daye welatiyên li 10 bajaran
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber ku ihtimala ba, bahoz û bablîsokê bi koda ser û pirteqalî welatiyên 10 bajaran hişyar kiriye.
24 Tebax 2022
Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Di 6 mehan de nêzîkî hezar zarokî mirine ango brîndar bûne
Li gorî daxuyaniya UNICEFê, di şerê Rûsya û Ûkraynayê de herî kêm 972 zarok mirine an go birîndar bûne.
23 Tebax 2022
Hişkesalî û gemar xetereyê li ser Gola Wanê çêdike
Gol her diçe gemar digire û ev jî xetereyê li ser jiyana masî, qaqlîbaz û zîndewerên din ên golê çêdike.
23 Tebax 2022
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Cezayîr | Agir bi daristanan ketiye, 43 kes mirine
Agir li bajarên daristanên li bakur û rojhilatê Cezayîrê jî belav bûye û heta niha ji 200î zêdetir kes birîndar bûne, 43 kes jî mirine.
23 Tebax 2022
Li Girtîgeha Bafrayê gardiyanan îşkence li girtî Emîr Karakûmî kiriye
Dêya Emîr Karakûmî got ku gardiyanan îşkence li kurê wê kiriye: “Tenê name di destê kurê min de hene. Ew name jî di dema îşkenceyê de jê standine. Alîkariya kurê min bikin.”
22 Tebax 2022
Evrim Kepenek
Li Afganistanê ji ber lehiyê di 2 rojan de 20 kes mirine
Berdevkê Wezareta Dewletê yê Rêveberiya Karesatan ê hikûmeta demkî ya Talîbanê gotiye ku di mehekê de li seranserê Afganistanê 165 kes ji ber lehiyan mirine.
22 Tebax 2022
Iraq | Tirbeyek hilweşiyaye: 8 kes mirine
Li bajarê Kerbelayê yê Iraqê, tirbeya Qatareya Îmam Eliyî ya şieyan hilweşiyaye. Heta niha 6 kes sax ji avahiya hilweşiyayî derxistine.
22 Tebax 2022
Li Dêrsimê pireyekî dîrokî hatiye dîtin
Li Mazgêrt, navçeya Dêrsimê di kar û xebata paqijkirina çemî de pireyeke dîrokî ya ji keviran derketiye holê.
19 Tebax 2022
Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz miriye
Girtiyê nexweş Bazo Yilmazê 67 salî bi nexweşiya NKKOyê bû û bi saya navgîna oksîjenê dikarîbû hilma xwe bide û bistîne.
19 Tebax 2022
1
...
13
14
15
16
17
...
24
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver