Nivîskar Memed Ûzûn ku di sala 2007an de koça dawî kiribû. Di salvegera mirina xwe ya 15an de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Sûrê ya Amedê hatiye bibîranîn.
Platforma Zimanê Kurdî, malbata Ûzûn, nivîskar û gelek kes tevlî bîranînê bûne. Di bîranînê de nivîskar Şehmûs Dîken axivîye.
Dîken di axaftina xwe de wiha gotiye: "Mehmed Ûzûn gelek berhemên nîvcomayî li dû xwe hiştin. Em nivîskarên kurd, ji ber ku me ev berhem temam nekirin, em xwe rexne dikin. Em soz didin Mehmed Ûzûn; dê wêjeya kurdî bijî."
Pîştî axaftinan Sûzan Ûzûn, hevjîna Mehmed Ûzûn jî helbesta Ûzûn a bi sernavê "Şevên Lal" xwendiye. Bira Mûstafa Ûzûn jî nameya ku ji bo Ûzûn nivîsandiye xwend.
Paşê kesên tevlî bîranînê bûn qurnfîl danîn ser gora Ûzûn.
Piştî bîranînê kesên tevlî bîranînê bûn çûn li Qonaxa Zerzevanê li ser berhemên Ûzûn sohbet kirin. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê