COVID-19: Di hefteyekê de 71 kes mirine
Hatiye aşkere kirin ku di hefteya rabirdû de 71 kes ji ber COVID-19ê mirine. Di hefteya pêş wê de jî 89 kes miribûn.
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê di navbera 12-18ê Ilona 2022an de 71 kes ji ber COVID-19ê mirine, testa 21 hezar û 411 kesan jî pozîtîf derketiye.
Li gorî daxuyaniyê 17 hezar û 647 kes ji nexweşiyê filitiye û baş bûne.
Li Tirkiyeyê hejmara giştî ya nexweşan gihîştiye 16 mîlyon û 873 hezar û 793 kesan, bi giştî 101 hezar û 139 mirine.
Di qonaxa navbera 5-11ê Ilonê de jî hejmara heftane ya nexweşan 22 hezar û 441 bûye. Hejmara kesên ji ber nexweşiyê mirine 89 û hejmara kesên ji nexweşiyê filitîne û baş bûne 25 hezar û 143 bûye.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.